Li bakurê Sûrîyê şer û pevçûnên dijwar di navbera Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û hêzên hikûmetê de, hevsengîyên li herêmê jinûve çalak kirin.
Li gor pisporan û jêderên herêmê tê gotin ku Tirkîye geşedanên li qadê ji nêz ve dişopîne û li hin cîyên stratejîk piştgirîyê dide tevgerên Artêşa Netewî ya Sûrîyê.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew girîngîyê didin yekparbûna Sûrîyê, lê jêderên dîplomatîk radigîhînin ku Tirkîye dixwaze di van alozîyên Sûrîyê de sûd wergire û li herêmê hêza xwe zêde bike.
Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu ji Dengê Amerîka re dîyar dike ku piştgirîya Tirkîyê ji Artêşa Netewî ya Sûrîyê re, stratejîyeke mîna piştgirîya Îranê ji komên li herêmê û piştgirîya Amerîka ji Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) re ye.
“Tirkîyê piştgirî dide Artêşa Netewî ya Sûrîyê û dibêje ku ew li ser axa xwe digerin. Ev yek jî wek çawa Îran piştgirî dide hêzên herêmê û Amerîka jî piştgirî dide PYD. Herwiha, ev sîyaseteke duberîn (parelel) e, û Rûsya jî bi rêya Wagnerê li herêmê desthilatdarîyê dike. Lê Tirkîyê jî piştrast dike ku ti peywendîyeke rasterast di navbera Heyet Tehrîr el-Şam û Artêşa Netewî ya Sûrîyê de tuneye.”
Piştî zêdebûna girjîya li Sûrîyê di navbera Tirkîyê û Îranê de, hin peywendîyên dîplomatîk çêbûn.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Fidan di preskonferansê de bal kişand ser rûniştvanên Îdlib û Helebê û got, “Em naxwazin bajar werin wêran kirin û mirov ji cîh û warên xwe bibin. Berevajî vê yekê, jibo me pir girîng e ku tevgera penaberan raweste û paşve biçe.”
Di vî warî de Fîdan, bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û yê Erebistana Saudî Faysal bin Ferhan Al Siûd re jî hevdîtin çêkir.
Pisporê Têkilîyê Navnetewî Doç. Dr. Atay Akdevelîoglu, ji Dengê Amerîka re nakokîyên ku li Sûrîyê pêk tên û sîyaseta Tirkîyê ya der şîrove kir.
“Dema em ji alîyê sîyaseta derve ya Tirkîyê ve lê dinêrin, nakokîya di navbera komên ku Amerîka piştgirîya wan dike û komên ku Tirkîyê piştgirîya wan dike, ji nakokîyên bi rejîma Sûrîyê, Îran û Rûsyayê re, bêhtir dîyar e. Wek mînak, ketina Til Rifat di bin kontrola Tirkîyê yan jî Artêşa Netewî ya Sûrîyê de, belkî rewşeke ku berê bi Amerîka re li ser lihevkirî ye. Senaryoyek berevajî vê nayê hizirkirin. Bi heman awayî ez meraq dikim gelo Minbic jî beşek ji vê muzakereyê ye? Di hevdîtinên Enqere û Washingtonê de hat dîyarkirin ku di pêşerojê de Minbicê wê bibe hedefa Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê.”
Opozîsyona Tirkîyê, di serî de jî CHP, naxwaze ku koçeke din ber bi Tirkîyê ve here. Jiber vê jî hişyarîyê dide desthilatîya AKP-MHP’ê.
DEM Partî jî bi fikar e ku Tirkîyê bi destê Artêşa Netewî ya Sûrîyê rewşa herêmê bêtir aloztir bike û êşên mezin di nav civakê de pêk bîne.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Tirkîyê di serî de bang li her welatekî xwedî bandor kir ku girjîyan li Sûrîyê kêm bikin û got, “Em naxwazin ti welatek hewl bide ku ji rewşa Sûrîyê sûd wergire.”
Your browser doesn’t support HTML5