Parlamana Tirkîyê endamtîya Swêdê ya li NATO do Sêşemê derengê şevê pejirand. 346 parlamenter beşdarî Civata Giştî ya Meclîsê bûn.
Ji beşdaran 287 parlamanteran dengê ''erê'', 55 parlamenteran dengê ''na'' dan, û 4 parlamanter jî bêalî man û endamtîya Swêde hat erê kirin.
Erêkirina endamtîya Swêdê ya li NATO di çapemenîya Tirkîyê de cîyekî fireh girt.
Medyaya ku nêzîkî opozîsyonê ye di şîroveyên xwe de desthilatdarî rexne kir. Li gor wê medyayê Tirkîyê bi erêkirina endamtîya Swêdê tiştek bi dest nexist û gotina Amerîkayê bi cih anî.
Li alîyê din, medyaya nêzîkî desthilatdarîyê du şîrove derxistin pêş.
Li gor şîroveyekê, ev gav stratejîk e û wê jibo peywendîyên Amerîka û Tirkîyê rewşeke erênî pêk bîne. Lê yên ku dijî vê difikirin hene.
Li gor wan Amerîka wê helwesta xwe ya li hember Tirkîyê neguherîne.
Dema ku li parlamana biryara erêkirinê derket, Balyozê Amerîka ya li Enqerê Jeffry Flake li ser hesabê xwe yê medya civakî jibo gel û hikûmeta Tirkîyê spasî nivîsî.
“Ez biryara parlamana Tirkîyê ya ser erêkirina endamtîya Swêdê bi kêfxweşî pêşwazî dikim. Ez spasîya gel û hikûmeta Tirkîyê dikim” Flake nivîsî.
Pisporê têkilîyên navnetewî Atay Akdevelîoglu erêkirina endamtîya Swêdê ya li NATO jibo Dengê Amerîkayê şirove kir.
“Piştî îmzakirina Serok Recep Tayyîp Erdogan, Swêd wê bibe endama 32'yan ya NATO. Di serî de jî bawerîya min ev bû. Jibo çi? Jiber ku firehbûna NATO ne dijî berjewendîyên Tirkîyê ye. Dîyar e ku di navbera Amerîka û Tirkîyê de hin pêşveçûn hene.”
Rojnamevanê serbixwe û stratejîst Neşat Gundogdu, ji Dengê Amerîka re got ku Tirkîyê rêyeke nû daye pêşîya xwe.
“Di danaşîna parlamanê de opozîsyonê li ser desthilatê rexneyên xwe kirin. Her çiqas rexne hebin jî ev biryar di parlementoyê de derbas bû. Hesabên sîyaseta navxweyî û ya sîyaseta der carna hevdu nagrin. Di vê hilbijartinê de jî ev dîyar bû.”
Akademîsyenê Zankoya Teknîk ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Oktay Tanrisever jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku Tirkîye girîngîyê dide firehbûna NATO û di nav hevpeymanîyê de jî cîyekî girîng digire.
Hêjayî bîrxistinê ye Tirkîyê meha Nîsanê endamtîya Fînlandîya pejirandibû û ya Swêdê jî paş xistibû.
Karbidestên Tirkîyê ser sedema paşxistinê karûbar û çalakîyên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yên li Swêdê hincet nîşan dabûn.