Li Herêma Kurdistanê Kuştina Sivîlan ji Êrîşên Esmanî yên Tirkîyê Didome

Your browser doesn’t support HTML5

Li Herêma Kurdistana Îraqê kuştina sivîlan ji êrîşên esmanî yên Tirkîyê didome. Do Sêşemê Alî Cemîl, ku bavê 4 zarokan bû, di bombebarana Tirkîyê de li herêma Bamernê hate kuştin.

Di êrîşa herî nû ya firok û topxana Tirkîyê ya dijî Herêma Kurdistana Îraqê, bi taybet li parêzgeha Duhokê dîsa sivîl hatine kuştin. Do Sêşemê Alî Cemîl, ku bavê 4 zarokan bû, di bombebarana Tirkîyê de li herêma Bamernê hate kuştin.