Dadgeha Tirk 26 Sal Cezayê Zîndanê li Hevbajarvanên Colemêrgê Birî

DBP'nin Kayyum raporunu açıkladığı toplantı 2

Dadgeha Cezaya Giran ya Hekarîyê (Colemêrg), bi îdiaya ‘sucên terorîzmê kirine’ 26 sal û 3 meh cezayê zîndanê li Hevbajarvanên berê yên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî birî.

Hatîpoglu û Çîftçî, ku di hilbijartinên 2014’an de li ser navê Partîya Aşîtî û Demokrasîyê (BDP) bi % 67 dengê Colemêrgîyan hatibûn hilbijartin, ev nêzî 8 sal in girtî ne.

Li ser bîryara ‘binpêkirina mafê darizandina adilan e’ ya Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê, darizandina hevbajarvanan jinûve roja Yêkşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya Hekarîyê pêk hat.

Hatîpoglu ji zîndana Enqerê û Çîftçî jî ji zîndana Amedê bi maşîneyên zirxî ji Colemêrgê re hatin anîn û beşdarî rûniştina dozê bûn.

Hatîpoglu û Çîftçî di parastina xwe de got ku naveroka dosya wan piranî meteryalên dîjîtal in û jiber mercên zîndanê wan nekarîye tawanbarên derheqê xwe de bibînin û li gor wê parastina xwe bikin.

Bajarê Colemêrg

Hevbajarvanan herwiha dîyar kir ku ew ji rêka dûr hatine û derfetê behnvedanê dest nexistine loma ew daxwaza paşvedana darizandinê dikin. Lê, dadgehê ev daxwaza wan red kir û ceza da her du sîyasetvanan.

Dadgehê bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorîst a çekdarî” 11 sal û 3 meh, “li ser navê rêxistinê pêkanîna sûcan” 10 sal û “azirandina pêkanîna sûcan” jî 5 sal cezayê zîndanê da û bi giştî ew 26 sal û 3 meh cezayê zîndanê ceza kirin.

Endamê şaxê Komela Hiquqzanên Azadîxwaz (OHD) parêzer Azad Ozer di zanîn ku di dosya hevbajarvanan de wek tawanbarî beşdarbûna wan ya preskonferas û xwepêşandanên demokratîk cîh digirin.

“Hemî çalakîyên Hatîpoglu û Çîftçî di çarçoveya mafê azadîya raman de pêk hatine û ew maf jî Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê dide her rûniştvanekî Tirkîyê.”

Ozer got ku dadgehê dîsa mafê parastinê yê sîyasetvanên Kurd binpê kir.

“Hevbajarvan ji rêya dûr hatibûn û derfetê wan çênebûbû ku li naveroka dosya xwe binêrin. Bi vê yêkê carek din mafê wan yê darizandina adilane hatiye binpê kirin.”

Li gor qanûnên Tirkîyê eger darizanandina girtîyekê di nava 7 salan de dawî nebe û cezayê wî li dadgeha bilind ya Tirkîyê neyê erê kirin, divê ew were berdan û darizandina wî derve berdevam bike.

Ozer dibêje ku Hatîpoglu û Çîftçî ev 7 sal û 6 meh e li zîndanê ne û tevî vê qanûnê ew nehatin berdan.

Parêzerên Hatîpoglu û Çîftçî dê jibo betalkirina vî cezayî îtîraz û daxwaza berdana wan ji Dadgeha Bilind ya Tirkîyê bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_19_11_22_Colemêrg