Çavuşoglu: Hilcivîna Çaralî ya bi Rûsya, Îran û Sûrîyê Wê di Gulanê de Çêbe

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê ragihand ku hilvicîna çar alî ya navbera wezîrên derve yên Tirkîye, Rûsya, Îran û Sûrîyê wê di meha Gulanê de pêk were.

“Li gor agahîyên pêşîn ku me ji Rûsan bihîstîye, em difikirin ku ev hilcivîn wê di demeke wek Gulanê de pêk were û ew wek civîna berê wê li li Moskowê çêbe.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku cîgirên wezîrên derve yên Tirkîye, Rûsya, Îran û Sûrîyê wê di 3 û 4ê Nîsanê de li Moskowê civînek li dar xistibû û mijarên teknîkî yên girêdayî hilcivînê gotûbêj kiribûn.

Kanala NTV ya Tirk ji jêderên dîplomatîk ragihand ku alîyên beşdar hûrgilîyên hilcivînê nîqaş kirine û pêdaçûna ser amadekarîyên wê hilcivînê axifîne û hemî alî jibo damandina danûstandinan heweskarîya xwe dîyar kiriye.