Li Tirkîyê Hejmara Mirînên ji Erdhejan ji 50 Hezarî Derbaz Bû

Hasan Arslan û hevjîna wî Havva li ber paşmayîyên xanîyê xwe ne (Nurdagi, Entab, Adar 4, 2023)

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku hejmara mirinên ji erdhejê 6’ê Sîbatê giheştiye 50,096 kesan.

Serokê AFAD Yunus Sezer got ku di erdhejan de bi giştî 107,204 kes jî birîndar bûne.

Di 6’ê Sibatê de du erdhejîn mezin çêbûbûn ku navendên wan bajarokên Bazarcix û Elbistan yên Mereşê bûn.

Dîsa, di 20’ê mehê de li bajarê Hatayê jî du erdhejên din çebûbûn.

Erdhej li Tirkîyê li bajarên Mereş, Semsûr, Entab, Ruha, Amed, Edene, Osmanîye, Hatay, Kîlîs, Meletî û Elezîzê qewimîbûn û bandor li ser jîyana pirtir j 13,5 mîlyon kesan kiribû.