Tirkîye û Qatarê roja Pêncşemê li Enqerê ji hêsankirina bazirganîyê bigire heta hevkarîya leşkerî û teknîkî bi giştî 8 peymanên hevkarîyê îmza kirin.
Ew 8 peyman di serdana Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamîd el Sanî îro li Enqerê hatin ragihandin.
El Sanî yê ku jibo 10. Civîna Komîteya Bilind ya Stratejîk ya Tirkîye û Qatarê, serdana Enqerê dike ji alîyê ya serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazî kirin.
Piştî civînê, Erdogan û El Sanî 8 peyman îmza kirin.
Serdana El Sanî, ku veberhênan û bazirganî mijarên serekî ne, pêk tê; piştî ku Dohayê di dawîya hefteyê de ragihand ku wê ji Hamas û Îsraîlê re gotîye ku ewê navbeynkarîya jibo agirbesta Gazze û peymana berdana dilan, radşwestîne, heya ku her du alî jî dilxwazî û cîdîyetê nîşan bidin.
Tirkîye ku Îsraîlê jiber êrîşên li Gaza û Lubnanê bi tundî rexne dike, Hamasê wek komeke terorîst nabîne û hin berpirsên sîyasî yên Hamsê bi berdewamî serdana Tirkîyê dikin.