Meclîsa Tirkîyê Piştî 3 Mehan Îro bi Merasîmekê Vebû

Di sala nû ya qanûnî de gelek mijarên girîng li pêşîya meclîsê disekinin. Xebatên makezagona nû, daxwaza hilbijartinên pêşwext, Pakêta Dadwerîyê ya 9’an, reformên aborîyê û geşedanên Rojhilata Navîn wek mijarên serekî yên Meclîsê ne.

Berî ku meclîs têkeve betlaneyê Serokê Meclîsê Numan Kurtlulmuş, serdana partîyên sîyasî yên ku di parlementoyê de ne, kiribû û ji bo makezagona nû daxwaza pêşnîyarên wan kiribû. Lê doh roja Dûşemê Kurtulmuş di prês konferansekê de ragihand ku di pêşîya meclîsê de babeta herî girîng makezagona nû ye.

Parlementerê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Mehmet Galîp Ensarîoglu, ji Dengê Amerîka re ragihand ku di pêşîya parlemento û AKP’ê de mijara herî serekî ya makezagona nû ye.

“Wek gelek rêziknameyên qanûnî, ku Serokê me jî dîyar kir, rojeva me ya herî girîng makezagoneke nû ya demokratîk ya sivîl e. Ji ber vê yekê ev ji bo tevahîya serdema 28’an rast e. Di vê serdemê de bi gotina Serokê xwe me makezagona demokrat ya sivîl xiste navenda vê serdemê. Pêdivîye ku li ser vê mijarê lêkolîn bên kirin. Eger piştgirîya partîyên din jî bê girtin û ramanekî wekhev derkeve holê, bi ya min wê ji Tirkîyê re bibe mezintirîn xizmet.”

Di nav pêşanîyên hikûmetê de rastkirina aborîyê û têkoşîna li dijî enflasyonê, lê di rojeva opozîsyonê de hilbijartinên pêşwext wek mijara serekî derdikeve pêş.

Lêkolînerê bîragiştî Semîh Turan ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku muxalefet wê di vê heyamê de li dijî guhertinên makezagonê têbikoşe û banga hilbijartinên pêşwext bike.

“Guhertinên makezagonê bi 130 parlementerên CHP’ê û piştgirîya partîyên din yên opozîsyonê pêkan e, lê helwesta opozîsyonê di vî warî de hê zelal nîne. Di pêşîya hikûmetê de anîna pakêtên yasayî yên reformên dadwerî jî cîyekî gring digre. Dîsa opozîsyon bangî hilbijartinên pêşwext dike, lê di nav parlementoyê de hê ne bihêz e. Ev yek di mînaka Can Atalay de an jî di nîqaşên li ser heywanên bêxwedî de bi zelalî dihat dîtin. Xuyaye opozîsyon ji bilî pêşkêşkirina pirsa parlementoyê, nikare tiştekî din bike.”

Parlementerê Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) Omer Faruk Gergerlîoglu ji Dengê Amerîka re qala rojeva partîya xwe kir.

Wî got ku di rojeva wan ya vê serdemê de çareserkirina pirsgirêka Kurd mijara herî serekî ye.

“Di rojeva Dem Partî de çareserîya pirsa Kurd heye. Dîsa binpêkirinên giran yên mafên mirovan mijarên herî serekî ne. Di rojeva partîya me de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, rakirina tecrîda Îmralî mijara herî pêştir e. Lê bê guman kêşeyên aborîyê, mafên karkeran, astengîyên li hemberî derbirîna ramanê jî, mijarên din yên li pêşîya partîya me ne.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_10_01_2024_Meclis_Tirkiye