Li Tirkîyê Gotûbêjên Ser Makezagoneke Nû Dîsa Germ Dibin

Rêberê darbeya leşkerî ya 1980 Kenan Evren di dema referanduma ser hin xalên qanûna bingehîn de dengê xwe dide (Îlon 12, 2010.

Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di salvegera 43’an ya darbeya leşkerî ya 12 Îlonê de, di sempozyuma “Şûna Makezagona 1982’yan Ve Makezagona 2023’yan” de peyîvî û bang li opozîsyonê kir ku makezagineke nû ya sîvîl amade bikin.

“Werin em jibo qanûna bingehîn ya nû û sîvîl li meclîsê danûstandin bikin. Heke hun jî li vî erênî temaşe bikin emê bi rêve biçin.Em wek Hevpeymanîya Gel ji vî re amade ne.”

Zanistên sîyasî li hemberî vê banga Erdogan bi du şêwazî temaşe dikin. Yên ku nêzîkî hikûmetê ne vê gazîya Erdogan erênî dibînin û dibêjin ku ger opozîsyon dixwaze ku makezagona 12ê Îlonê niguhere, divê bersîveke erênî bide.

Lê hin zanyarên din daxuyanîyên Erdogan ji dil nabînin û wek taqtîkekê şîrove dikin.

Pisporê sîyasî Berk Esen bawer dike ku Erdogan dixwaze sîstema xwe ya otorîterîzmê bi makezagoneke sîvîl û antî demokratîk jinûve bide meşandin.

“Serokamar Erdogan dixwaze kontrola xwe ya şexsî bidomîne û bi hêztir bike. AKP demeke dirêj e ku Tirkîyê di bin rejîmeke otorîter de bi rêve dibe. Di bin kontrola vê partîyê de ez bawer nakim ku makezagoneke demokratîk derbaz bibe. Ew dixwazin rewşa otorîter bi makezagoneke nû mayînde bikin.”

Jibo guheritna makezagonê li nav parlementoyê de pêdîvî bi 360 dengan heye. Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ji 20 salî zêdetir e ku li Tirkîyê desthilat e û heta niha jî hêzeke ku bi tena serê xwe ku makezagonê biguherîne bi dest nexistîye.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de jî Hevpeymanîya Gel: 266 AKP, 50 MHP, 5 Partîya Jinûve Refah, bi tevahî 321 parlamanter qenec kiribûn. Ev hejmar jî jibo guherina qanûna bingehîn têr nake.

Esen bal dikşîne ku Erdogan jibo ku bigiheje jimareya pêdivî ya guherina qanûna bingehîn, berê xwe daye opozîsyona konservatîf.

“Di hilbijartinên 14ê Gulanê de di lîsta opozîsyonê de ji 30’î zêdetir parlementerên muhafazakar hatin meclîsê. Erdogan çavên xwe danîye ser wan kesan û dixwaze bi alîkarîya van makezagoneke konservatîf derbaz bike. Heke ew alîkarî bidin pêkan e ku makezagonê biguherînin.”

Konferanseke ser guhertina qanûna bingehîn li Amedê (Arşîv)

Tevahîya opozîsyona Tirkîyê ji makezagona heyî gazîncan dike, lê ti partîyeke opozîsyonê banga Erdogan ji dil nabîne.

CHP van gotinên Erdogan ji dil nabîne û dibêje Erdogan dixwaze ajendaya xwe bîne rojeve.

Cîgirê Serokê Gruba CHP’ê ya meclîsê Gokhan Gunaydin dibêje ku piştî 3 hefteyan meclîs vedibe û yek ji marên serekî wê makezagineke nû be.

“Gava meclîs vebe du rojevên girîng hene. Yek endamtîya Swêdê ya NATO ye û ya din jî mijara makezagonê ye. Di vê derê de partîyên ku di nav lîstên CHP’ê de hatin parlementoyê, wek helwesta Partîya Deva, Partîya Saadetê, Partîya Siberojê û Partîya Demokrat wê dîyar bike. Partîyên Hevpeymanîya Gel bi tena serê xwe têr nakin.”

Partîya Çep ya Kesk (YSP) jî banga Erdogan wek makyajekê şîrove dike û di helwesta Erdogan ya warê guherina makezagonê de tiştekî bingehîn nabîne.

Parlamanterê YSP’ê Saruhan Oluç got ku ewê jibo hewlên makyajkirina makezagonê ti car nebin amûrekê.

“Ger dixwazin di çend xalên makezagona 1982’an çend gav bavêjin, emê piştevanîya ti gavan nekin.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_14_09_2023_Makezagona Nu