Gelo Erdogan Wê Endamtîya Swêdê ya NATO Erê Bike?

Demeke dirêj bû ku endamtîya Swêdê di NATO’yê de nedihat Parlamentoya Tirkîyê. Lê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Parlamentê sibê Pêncşemê derbarê bernivîsa ser endamtîya Swêdê gotûbêj bike.

Akademîsyenê Zanîngeha Teknîk ya Rojhilata Navîn (ODTU) Oktay Tanrisever û Zanyarê Sîyasî Berk Esen endamtîya Swêdê ji Dengê Amerîka re şîrove dikin.

Esen dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan demeke dirêj bû ku ev mijar paşda avêtibû. Ew di vê demê de anîna vê yekê wek erêkirina endamtîya Swêdê rave dike.

“Serokomar Erdogan demeke dirêj bû ku jibo endamtîya Swêdê bersîveke erênî nedida. Ew jê direvîya û nedianî Meclîsê. Lê piştî demeke dirêj em dibînin sibê wê were komîsyonê. Li gor bir û bawerîya min, ev krîz bi şiklekî dibe ku hatîye çareserkirin. Wisa xuya dike ku di parlamentê de jî dê kêşe nebe û were erêkirin. Li gor texmîna min, wê di dawîya vê meha Mijdarê de were erêkirin.”

Esen helwesta Tirkîyê ya di vî alî de bi hilbijartina 31’ê Adara 2024’an re girêdide. Li gor wî, dibe ku Tirkîyê jibo bidestxistina serkefttina hilbijartinê têkeve nav tevgerekê.

“Li vê derê pêwîst e em bala xwe bidin ser hilbijartinan. Welatên Rojavayî li ser Tirkîyê bivê nevê xwedî bandor in. Dibe ku Erdogan berî hilbijartinan gaveke wiha bavêje û pêşî li welatên Rojavayî bigire. Jibo ku Erdogan di hilbijartinan de wê serkeve yan nekeve hîn ne zelal e.”

Parlamana Tirkîyê di 1’ê Cotmehê de hatibû vekirin. Erdogan jî bernivîsa ser edamtîya Swêdê di NATO’yê de berî sê hefteyan pêşkêşî parlamentoyê kiribû. Angaşta Tirkîyê ew bû ku Swêd mazûvanîya komên terorîst dike.

Amerîka jî ji Tirkîyê daxwaz kiribû ku bila ev endamtî neyê redkirin.

Peywendîyên derve yên NATO’yê dê 28 û 29 Mijdarê li Brukselê kom bibe. Endamtîya Fînlandîya di meha Nîsanê de hate pejirandin, lê di derbarê endamtîya Swêdê de Tirkîye û Macaristan bêmeyl mabûn.

Profesor Oktay Tanrisever jî di warê erêkirina Tirkîyê de hêvîdar e. Ew dide zanîn ku heta niha di çapemenîya Tirkîyê de di vî warî de ti tiştekî neyînî nehatîye nivîsîn.

“Dema ez li medyaya Tirkîyê temaşe dikim li ser endamtîya Swêdê tiştekî tune. Ji min re wisa dixwaze ku her tişt ber bi erênî ve diçe. Lê dîsa jî di serê mirov de hin gûman dibin, ya girîng ewe ku di nav komîsyonê de dê axaftinên çawa werin kirin. Lê ez gava ez niha li şert û mercên heyî temaş dikim tiştekî xirab nabînim.”

Piştî temamkirina qonaxa komîsyonê, bernivîsa ser endamtîyê dê were Desteya Giştî ya Parlamentoyê. Li vê derê jî ev protokol ji alîyê parlamentê ve dê jibo dengdanê were pêşkêşkirin. Heke 151 endamên parlamentoyê yan zêdetir erê bikin, wê gavê jî wê li parlamanê were pesend kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_15_11_2023_NATO_Tirkiye_Swed