Komîsyona Dîyarkirinê ya Mûçeya Herî Kêm ya Tirkîyê biryar da ku jibo nîvê dûyê yê vê sale, mûçeya herî kêm ya mehane wek 11 hezar û 402 lîra be.
Wezîrê Ewlekarîya Civakî û Xebatê Vedat Işikhan ragihand ku hikûmet ji niha pê de wê di “Sedsala Tirkîyê” de sedsala ked û hilberînê demezirîne.
“Armanca me bilindkirina geşedanê ye ku xebatkar heqê destê xwe bigirin. Jiber vê jî me di asta mûçeya herî kêm de % 34 zêdebûnek çêkir. Ev rêje jî li gor salên berê ji % 107 derbaz kiriye û li gor sala 2002’an jî 61 qat zêdebûn pêk hatiye.
Li Tirkîyê di dawîya sala 2022’yan de di asta mûçeyê herî kêm de, ku li Tirkîyê wek asgarî ucret tê zanîn, ji % 54 zêdebûn hate kirin û mûçeyê mehane bû 10 hezar û 8 lîra.
Lê, ev yek li hemberî asta bilind ya enflasyona Tirkîyê gelek daketibû xwarê. Li ser vê yekê jî mûçeya herî kêm ya vê salê bi giştî bû 13 hezar û 414 ($570) ku bi zelalî wê 11 hezar û 402 lîra bikeve destê karkeran.
Hikûmet vê yekê wek pêşveçûneke mezin nîşan dide, lê karker dibêjin ku hemberî buhabûna tiştan û enflasyona bilind ew guhertin têrî nake.
Havîn Savaş saleke berê ji Mêrdînê hatiye Enqerê û ew bi wê mûçeyê dabara xwe dike.
Tevî ku Savaş zêdekirina mûçeyê erênî dibîne jî, ew dibêje ku di nav mehekê de ew başbûn hind dibe jiber ku buhayê xwarin û tiştên din jî bilind dibin.
“Ez bi xwe bi mûçeya herî kêm dixebitim, lê di rastîyê de ti qazanca wê ji me re tuneye. Dema diçim marketê tenê li refên marketê dinêrim jiber ku nikarim tiştek bikirim. Zêde be çi ye, zêde nebe çi ye. Ew zêdebûna mûçeyê wê di nav mehekê de bi tevahî bihele û hinda be.”
Gazînca Savaş ne tenê li ser kirîna tiştan e. Ew dibêje ku kirêya xanîyan pir buha bûye û xanîyekî herî xirab bûye 7, 8 hezar lîra.
“Ez bi tena serê xwe me, nikarim debara xwe bikim. Ez pir meraq dikim gelo yên ku zarokên wan hene çawa dabara xwe dikin?”
Gelek kesên din jî gazîncên wan li ser bilindbûna enflasyonê ye. Hikûmet her çiqas bêje ku ewê enflasyonê daxîne, lê pir kes bi wê yekê ne bawer in. Niha rêjeya enflasyonê li Tirkîyê % 43.68 e.
Aborîzan Mustafa Sonmez li ser bilindkirina mûçeya herî kêm rexne dike û dibêje ku ev zêdebûn tenê têra pêdivîyên mitbaxê dike.
“Li gor lêkolîna sendîkaya TURK-ÎŞ’ê li maleke 4 kesî ev zêdebûn tenê têra mitbexê dike. Jibo ku têra wan bike, hewce ye ku di nav çar kesan de herî kêm sê kes bixebitin. Ev zêdekirin tiştekî erênî ye lê ne bes e.”
Sonmez bal dikşîne ku li Tirkîyê % 50 ji welatîyan hewil didin ku dabara xwe bi mûçeya herî kêm bikin.
“Li gor lêkolîna TURK-ÎŞ’ê, jibo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê 10 hezar û 135 lîra, sînorê xizanîyê jî 33 hezar û 15 lîra ye. Ger di malbateke 4 kesî de 2 kes bi wê mûçeyê bişixulin jî ew dîsa jî nikarin dernakevin ser sînorê hejarîyê.”
Your browser doesn’t support HTML5