Wezareta Derve ya Tirkîyê derengê roja Yekşemê bang li hemwelatîyên xwe yên Lubnanê kir ku jiber gumana xirabtirbûna ewlekarîya li wî welatî ji wir derkevin.
Rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh Çarşema borî li Tehranê hatibû kuştin.
Rojek piştî wê, fermandarê payebilind yê Hizbulaha Lubnanê Fuad Şukr li Beyrutê di êrîşa Îsraîlê de hatibû kuştin û bi wan girjîya li herêmê gur bûbû.
Wezareta Derve ya Tirkîyê dîyar kir ku divê Tirkên li Lubnanê bi tedbîr tevbigerin û heta ne mecbûr be neçin Nebatiye, Bekaa, Baelbek-Hermel û Başûrê Lubnanê.
Wezareta Derve ragihand ku kesên ne hewce ye li Lubnanê bimînin di vê demê de, ku firînên ticarî didomin, ji wî welatî derkevin.
Wezaretê bang li hemwelatîyên xwe kir ku heta ne mecbûr be neçin Lubnanê.
Fransa û Îtalya do Yekşemê bang li hemwelatîyên xwe kiribûn ku jiber girjîya leşkerî ya li Rojhilata Navîn ji Lubnanê derkevin.
Jêder: Reuters