Gelo Tirkîye Dixwaze li Lubnanê Mudaxeleyê Îsraîlê Bike?

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya dewreya nû ya Meclîsê de rêveberîya Îsraîlê armanc girt û got:

“Êrîşa Îsraîlê Tirkîyê jî dihewîne. Ez li vir Îsraîlê hişyar dikim, ku encama êrîşa bejayî ya li dijî Lubnanê ne mîna dagirkerîyên wan yên berê bin. Gaza ya bêparastin, di nav tecrîdekê de û ji hemû cîhanê qut bû, lê rewşa Lubnanê dê ne wek ya Gazayê be.”

Ev gotinên Erdogan wek Tirkîye dibe ku wê li Lubnanê dijî Îsraîlê xeteke parastinê pêkbîne, hate şîrovekirin. Lê çavkanîyên ku nêzî hikûmetê ne vê yekê bi şiklekî din dinirxînin û ew radigîhînin ku Erdogan dixwaze ku pêşî li êrîşên Îsraîlê bigire.

Pisporê sîyaseta derve Dr. Saît Yilmaz ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku rîska operasyona Îsraîlê ya ku hevsengîyê li Sûrîyê biguherîne jibo Tirkîyê cîhê fikaran e û vê yekê jî rê li ber daxûyanîyên tund ên Erdogan vekirîye.

“Dibe ku were hizirkirin, ev operasyon heke destpê bike dibe ku bandorê li rewşa Sûrîyê jî bide. Ana metirsîya guhertina hevsengîyên li Sûrîyê heye. Yek ji nîgeranîyên berê yên Tirkîyê ew e ku ew pêkhatina ku li bakurê Sûrîyê bi taybetî bi YPG û PKK’ê derketîye holê, projeyeke Amerîka-Îsraîlê ye. Ev jî wê Sûrîyê parçe bike û hikûmetên alîgirên xwe ava bike. Di vî warî de tehdîda operasyona Îsraîl ya li ser Sûrîyê jibo Tirkîyê dibe cîhê nîgeranîyê.”

Li gor Dr. Alî Fuat Gokçek jî heke Tirkîye têkilîyê xwe bi Sûrîyê re xurt bike dikare pêşî li hemberî Îsraîlê bigire. Gokçek ji Dengê Amerîka re got:

“Bi taybetî di mijara Sûrîyê de, hewldanên berfirehkirina PKKê û Îsraîlê li Sûrîyê, herêmek ku Amerîka bikaribe Sûrîyê jibo berjewendîyên xwe bikar bîne ava dike.

Lewma hevkarîya Tirkîyê bi Sûrîyê re, piştgirîkirina hikûmeta Sûrîyê û parastina yekparçeyîya axa Sûrîyê heye. Ev jî dibe bersîveke dijî terorê û bersîveke herî tund jibo Îsraîlê.”

Akademîsyen Dr. Ekrem Onen, gotinên Erdogan ji Dengê Amerîka re şîrove kir. Onen radigîhîne ku di destpêka vê şerê de hata niha jî Erdogan gotinên tund dibêje lê di warê gav avêtinê de ti tiştek nikare bike.

“Gelek welat dijî vê şerê derdikevin, lê ti yek ji van nikarin ku gavekê bavêjin. Dema Hamasê êrîşî Îsraîlê kir û du re jî Îsraîlê bersiva vê êrîşê da Îran, Tirkîyê û hin welatên Ereb dij derketin. Di nav wan de jî Erdogan di serî de desthilatîya Tirkîyê gotinên tund gotin, lê hata niha jî ti gaveke dîtbar nehatîye avêtin. Van gotinên Erdogan em dikarin dîsa di vê çarçoveyê de bibînin.”

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî dîyar kir ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê binpêkirina serwerîya wî welatê ye û divê demildest ev şer were rawestandin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_10_02_2024_Israil_Lubnan_Erdogan