Tirkîye Dibêje Heta ku Şervanên Kurd Çek Daneyînin Operasyon Wê Bidomin

Jêderekî wezareta berevanî yê Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku Enqere wê amadekarîyên xwe yên leşkerî bidomîne, heta ku şervanên Kurd yên werin bêçek kirin yan çêkên xwe deynin.

Wî jêderî herwiha dîyar kir ku Tirkîyê şervanên Kurd li ser sînorê xwe bi bakurê Sûrîyê re rûbirûyê gefeke berdewam e.

Ev daxuyanîya jî alîyê Tirkîyê di vê demê de tê ku fîkarên ser êrîşeke pêkan ya Tirkîyê dijî bajarê Kobanê yê Kurdan zêde bûne.

Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye û pêşengîya wan hêzan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.

Tirkîye YPG’ê bi girêdana bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re tawanbar dike, ku hem Washington û hem jî Enqere wek komeke terorîst dibînin, lê HSD û YPG bi berdewamî tawanbarîya Tirkîyê red dikin.

Li bakurê Sûrîyê bi hezaran leşkerên Tirkîyê hene û herwiha li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî dike, ku şerê dijî HSD ya bi bi piştgirîya Amerîka dikin.

Enqere ji 2016’an ve dijî HSD’ê gelek operasyonên leşkerî yên mezin pêk anîne û bi berdewamî êrîşên esmanî dike.

Şerê navbera komên bi piştgirîya Tirkîyê û şervanên HSD pirtirî hefteyekê zêde bûne, piştî têkçûna rejîma Esad ya 8’ê Berbanbarê.

HSD di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye û Washington hevkarîya bi HSD’ê jibo şerê dijî DAIŞ’ê girîng dibîne û dibêje ku operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê xeterîyê çêdikin.

Bi navbeynkarîka Washingtonê, li herema Minbicê agirbestek pênc rojan pêk hatibû ku şewa Duşemê bi dawî bû.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller ragihandibû ku ew agirbest heya dawîya vê hefteyê hatiye dirêj kirin û Washington jibo li hevhatineke berfirehtir bi Tirkîyê re li rêkan digere.

Lê jêderê wezareta berevanî ya Tirkîyê got ku Enqere bi HSD’ê re napeyîve .

"Her gavên komên terorîst yên ku li ser ewlehîya welatê me û Sûrîyê gefê çêdikin, tê şopandin û tedbîrên pêşîgirtin û tunekirin têne girtin," wî jêderî got.

Jêder: AFP