Hikûmeta Tirkîyê bo Zimanê Kurdî Tenê 50 Mamoste Erkdar Dike, Kurd ji Biryarê Nerazî Ne

Wezaretê Perwerde yê Tirkîyê roja Pêncşemê ragihand ku wê 45,000 mamosteyên nû dest bi kar bikin.

Li gor ragihandina wezaretê di erkdarkirina sala 2023’yan de wê 50 mamosteyên zimanê Kurdî jî hebin.

Ji wan 50 mamosteyan, 35 kes jibo Kurmancî û 15’ên din jî jibo Zazakî bin.

Di sala 2022’yan bo mamostetîya Kurdî 3 kes hatibûn erkdar kirin.

Bi sedan kesên ji beşên Kurdî qedandibûn ji hikûmetê daxwaz dikirin ku pirtir mamosteyên zimanê Kurdî erkdar bike.

Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî li ser Twitterê ragihand ku ew bi vê yekê ne kêfxweş e û qebûl jî nake ku mafê Kurdî 50 kontenjan e.

Mamosteyê Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê, Dr. Kenanê Nado ji malpera Bianetê re dibêje ku hikûmeta Tirkîyê vê mijarê jibo hilbijartinê bi kar tîne.

“Hilbijartin heye û dîyar bû ku jibo Kurdî tiştekî bikin. Bi ya min ji 3 kontenjana zêdekirina 50 kontenjanan ji ber vê ye… Bêguman wek şexsekî jibo 50 kontenjanan şa bûm, lê ev jibo Kurdan tabloyeke bêxwedîbûnê ye. Hikûmet jibo dersên bijartî divê herî kêm 500 dersdar erkdar bike… Ger Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, jibo hemû beşan hewce ye…”

Parlamanterê HDP'ê yê bajarê Ruhayê û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Huner yê wê partîyê Omer Ocalan jî ji dibêje ku erkdarkirina 50 mamosteyan jibo Kurdan pêkenokeke mezin e.

“Em jî wek HDP tim perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin. Li vî welatî bi mîlyonan Kurd hene û ji sedî 20-25 hemwelatîyên vê axê Kurd in. Mixabin jibo Kurdan 50 kontenjan veqetandine ku ew tiştekî ne rast e. Dewleta Tirk daxwaza gelê me di ber çavan re nagire. HDP dibêje, Kurd li vî welatî dijîn û daxwaza wan ya perwerdeya bi zimanê dayîkê heye. Helbet jibo dersên bijartî erkdarkirina dersdêrên zimanê Kurdî giring e, lê em van tiştan sembolîk dibinin. Heta niha 2-3 dersdarên Kurdî tayîn dikirin, îsal jibo hilbijartinê dixwazin vê hejmarê zêde bikin.”

Ocalan got ku ewê bi berdewamî doza zimanê Kurdî bimeşînin. “Em dixwazin ku li welatê xwe li Kurdistanê û li metropolên Tirkîyê hem ji alîyê perwerde, hem ji alîyê fermîyetê ve Kurdî bibe zimanê duyê. Dewlemendîya ziman vî welatî xirab nake. Li dewletên Ewrupî, jibo ku ziman hinda nebin dewlet piştgirî dide, xwedî li wan derdikeve. Lê, li Tirkîyê bi dehan zimanên cuda inda bûne û niha jî asîmîlasyoneke gelek mezin li ser zimanê Kurdî heye.”

Hêjayî bîrxistinê ye sazîyên Kurdan çed meh berê bizavek meşandibû ku pirtir dersên bijartî yên zimanê Kurdî vebin û hejmara mamosteyên Kurd jî were zêde kirin.