Şerê Daxuyanîyan yê Navbera Tirkîye û Îsraîlê Gurtir Dibe

Piştî operasyonên Îsraîlê yên ser Gazayê, şerê daxuyanîyan yê navbera Tirkîye û Îsraîlê gurtir dibe.

Serokomarê Tirkîyê roja Çarşemê gotibû kuÎsraîl dewleteke terorîst e û li Gazayê tawanên şer pêk tîne û qanûnên navnetewî binpê dike.

Erdogan gotibû ku Îsraîl sîvîlan bi awayekî hovane bomberan dike û wan bi zorê ji malên wan derdixe loma Îsraîl dewleteke terorê ye.

Serokê Tirk herwiha gotibû ku şervanên Hamasê şervanên berxwedanê ne ku dijî dagirkerîya Îsraîlê ax, namûs û jîyana xwe diparêzin.

Erdogan berê jî gotibû ku Hamas ne rêxistineke terorîst e û berevanîya ax û gelê Filistînî şer dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî bersîva Erdogan da û got ku ewê nehêlin ku Enqere ya piştgira Hamasê dersan bide Îsraîlê.

“Hin hêz hene ku piştgirî didin terorîstan. Yek ji wan kesan Serokomarê Tirkîyê Erdogan e ku piştgirî dide terorîstên Hamasê, lê ser Îsraîlê dibêje dewleta terorê.”

Netanyahu bi berdewamî got ku Erdogan bi salan e gundên li Tirkîyê bombebaran kirine ku bi vê gotinê xuya ye qesta wî operasyonên li herêmên Kurdan in.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen jî dîyar kir ku divê kesên jibo terorîstan mazuvanîyê dikin, piştgirî didin rêxistinên terorê, dersên exlaqê nedin wan.

Cohen got ku Erdogan rastîyan serûbin dike û li kelêka wan dewletana diksekine ku qirkirinên Îsraîlîyan ya 7'ê Cotmehê dipesînin: Îran, Lubnan, Surîye û Yemenê didin li hêla şaş disekine.

“Îsraîl dewleteke zagonê ye ku rêzê li qanûnan navnetewî digire. Îsraîê wê şerê xwe yê dijî rêxistina terorîst, Hamasê bidomîne ku ew ji DAIŞê jî xirabtir e.”

Wezareta Derve ya Tirkîyê ser gotinên Netanyhu dîyar kir ku reşkirineke bê bingeh e karbidestên Îsraîlê nikarin ser hiqûqê biaxifin.

Wezaretê ragihand ku Netanyahu û Cohen bi reşkirinên dijî Erdogan nikarin tawanên xwe veşêrin.