Balyoza Îsraîlî ya li Tirkîyê Dest bi Kar Kir

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan do Sêşemê pêşwezîya balyoza nû ya Îsraîlê ya li Tîrkîyê Irit Lilian kir û erka wê bi fermi erê kir.

Lilian, piştî ku nameya xwe ya pêbawerîyê pêşkêşî Erdogan kir, bi fermî dest bi balyozîyê kir.

Ew ji Rêbendana 2021’an vir ve wek berpirsa tekilîyên Îsraîlê li Enqerê dixebîti.

Tirkîye û Îsraîl îsal bi serdanên di asta bilind de dest bi başkirina têkilîyên xwe kirin û di wê çarçoveyê de Serokê Îsraîlî Ishaq Herzog sardana Enqerê kiribû.

Her du welatan di meha Tebaxê de biryar dabûn ku balyozên xwe li paytextên hevdu jinûve erkdar bikin.