Şerê Îsraîl û Hamasê Fikarên Tirkîyê Zêde Dike

Erdogan û rêberên cîhana Îslamî doi hilcivîna Stenbolê de xan dibin (Arşîv 2017)

Your browser doesn’t support HTML5

ED_11_13_2023_İsrail_Hamas_Tirkiye

Piştevanîya Amerîka ya jibo Îsraîlê û cîhkirina keştîyên şer yên Amerîkî li Deryaya Sipî li nav Tirkîyê ji nêzve tên şopandin.

Alîkarî û cîhkirina keştîyan ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi tundî hate rexnekirin.

“Çi karê keştîyên şer yê Amerîkayê li Derya Sipî heye?” Erdogan roja Çarşemê di civîna gruba AKP’ê ya parlamanê de bi zarekî tund got

Wî di axaftina xwe de bi firehî li ser alozîya mavbera Îsraîl û Hamasê rawestîya û êrîşa Îsraîlê bi tundî rexne kir.

“Em li dijî kuştina sivîlan ya nava axa Îsraîlê ne. Lê em li Gazayê qirkirina kesên bê guneh jî ti carî napejirînin.”

Li gor hin pisporan, Tirkîyê di demeke dijwar de derbaz dibe loma tevî ku Enqere dixwaze Filîstînê biparêze jî, hemberî Amerîka û Îsraîlê nikare sîyaseteke bi dilê xwe saz bike.

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Îlhan Uzgel ji Dengê Amerîka re got ku Tirkîyê dixwaze ku têkilîyên xwe li hember Îsraîlê bi awayekî lihevkirî birêve bibe.

“Tirkîye bi şêwazekî beşdarî hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dibe. Dîyar e ku Tirkîye ji vê êrîşa Hamasê aciz e. Loma jî li hemberî Îsraîlê bi zimanekî dîplomatîk, maqûl û balanskirî diaxife û daxuyanîyên Erdogan jî di vê çerçoveyê de ye. Dîyar e Tirkîyê naxwaze ku têkilîyên xwe û Îsraîlê xirab bike.”

Li gor Uzgel, daxuyanîyên ku Erdogan dide dilê hilbijêrên wî nakin. Ew dibêje ku piranîya hilbijêrên AKP konservatîf in û vî şerê Îsraîl û Hamasê wek şerê Ukrayna û Rûsyayê nabînin, lê ew yekser xwe nêzîkî Filîstînîyan dibînin.

“Ev şer Tirkîye jî kirîye du beş, yên muhafazakar ku piştgirîya Hamasê dikin û yên demokrat ku dijî êrîşên Hamasê derdikevin.

Hevberdevka Partîya Çep ya Kesk (YSP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî di civîna gruba YSP’ê de got ku pêdivîya herî mezin avakirina aştîyeke mayînde ye.

Uçar li ser êrîşên Tirkîyê yên ser Rojava jî got ku bila Tirkîyê herî pêşî li xwe binihêre jibe rku ew li ser gelê Rojava bombeyan dibarîne.

Şerê ku di navbera Îsraîl û Hamasê de diqewime ji alîyên Kurdan ve jî ji nêzîkve tê şopandin. Lê, Kurd dema vê yekê dinîrxînin êrîşên Tirkîyê yên li ser Rojava jî bi tundî rexne dikin.

Osman Yildiz

Osman Yildiz, bi xwe karkerekî Kurd e. Ew dibêje ku Tirkîye kiryarên xwe nabîne, lê yên Îsraîlê rexne dike.

“Tirkîye rabûye Îsraîlê rexne dike, gelê Tirkîyê jî piştgirîya Hamasê dike û dibêjin şereke Îslamî û Cîhadî ye. Berî her tiştî êrîş ji Hamasê ve hat. Ya din jî Tirkîyê bila pêşî li xwe mezê bike. Li Rojava kal, pîr, cîwan, zarok di bombebarandina wan de hatine kuştin. Tirkîye heta Îsraîlê mînak dide bila pêşî li xwe mêze bike gelo ew li hemberî Kurdan çi dike?”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_11_13_2023_İsrail_Hamas_Tirkiye