Girjîya Navbera Îsraîl û Tirkîyê Kûrtir Dibe

Wezareta Derve ya Îsraîlê jiber daxuyanîya xwe ya îro Serokê Tirkîyê Erdogan şermezar kir û got ku Îsraîl gotinên Serokomarê Tirkîyê bi tevahî red dike.

Îsraîl herwiha hember “gefên nehewce” yên Enqere hişyarî da.

“Aktorê emperyalîst ya êrîşkar li Sûrîyê (herwiha li Qibrisa Bakur, Lîbya û herêmên din yên Rojhilata Navîn) Tirkîye bi xwe ye. Em şîretan li serokê Tirkîyê dikin ku ji gefên nehewce dûr bisekine. Dewleta Îsraîlê wê sînorên xwe bi berdewamî ji hemî gefan biparêze.”

Erdogan demeke zûtir ya îro gotibû ku divê Îsraîl hêzên xwe ji Sûrîyê vekişîne yan jî ewê jibo her kesî bibe sedema encamên xirab.

“Divê alîyên êrîşkar, bi taybetî jî Îsraîl, di dema herî zû de dawî li kiryarên destdirêj ya ser axa Sûrîyê bînin. Ger wiha nebe, wê jibo her kesî encamên neyênî derkevin hole," Erdogan gotibû.

Artêşa Îsraîlê berî niha ragihandibû ku ewê, wek tedbîreke berevanî û demkî ya jiber rewşa Sûrîyê, devereke tampon li alîyê Sûrîyê biafrîne û dervayî wê deverê jî çeperên stratejîk saz bike.

Hêjayî balkişandinî ye ku ew gotinên Erdogan di wê demê de tên ku hêzên Tirkîye jî li bakurê Sûrîyê hene û Enqere gefa operasyoneke leşkerî ya dij Kurdan dike.

Jêder: AFP