Reuters Dibêje Tirkîye û Îraq Sibê Gera Nû ya Hevdîtinên Ewlekarîyê Pêk Tînin

Ajansa Reuters ji zarê jêderên dîplomatîk yên Tirkîyê ragihand ku karbidestên payebilind yên Tirk û Îraqî jibo pêşvebirina hevkarîya ser ewlehîyê, wê roja Pêncşemê li Enqerê hevdîtinên asta bilind bikin.

Jêderên Tirk got ku hevdîtina roja Pêncşemê wê bibe civîna yekê ya Koma Plansazîya Hevbeş, ku di serdana Erdogan de biryara damezirandina wê hatibû dayîn û di bin pêşengîya wezîrên derve pêk tên.

Tirkîye û Îraq di van salên dawî de li ser operasyonên leşkerî yên Enqerê yên dijî çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li nava axa Îraqê carna rûbirûyê pirsgirêkan dibin.

Hikûmeta Îraqê dibêje ku operasyonên wiha binpêkirina serwerîya wê ne, lê Enqere dibêje ku ew operasyon jibo parastina tixubên wê pêdivî ne.

Peywendîyên dualî, piştî serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya Bexda ya meha Nîsanê vir ve baştir bûne.

Hîngê her du alî hevbîr bûbûn ku li ser mijarên ewlekarîyê danûstandinên asta bilind bikin û wekw beşek ji mekanîzmaya danûstandinan, heta niha sê gerên hevdîtinan çêbûne.

Hikûmeta Îraqê d meha Adarê de PKK wek "rêxistineke qedexekirî li Îraqê" bi nav kiribû û ew biryar ji alîyê Tirkîyê ve bi kêfxweşî hatibû wergirtin.

Jêder: Reuters