Li gor daxuyanîya Baroya Wanê û Komela Mafê Mirovan (İHD) termê 3 penaberan li ser sînorê Tirkîyê û Îranê di nava xendekê de hatine dîtin.
Li gor heman jêderan, dema leşkerên Tirkîyê li bajarokê Elbaka Wanê, li ser sînor gera nobedarîyê pêk dianîn, di nava xendekeke sînorî de rastî dîtina termê 3 pênaberan hatine. Dozegerîya Komarî ya Elbaka Wanê derheqa bûyerê de lêpirsîn vekir.
Hevserokê şaxê IHD ya Wanê Mehmet Salih Coşkun dibêje ku ew termên hatine dîtin yên zarok, jin û zilamekî ne û got ku mixabin bedena wan penaberan ji alîyê ajalan ve hatine parçe kirin.
“Ev kesên ku hatine dîtin hê nasnameya wan ne dîyare û em nizanin gelo ji yek malbatêne an ne. Em bawer in ku ev 3 kes jiber sermayê mirine û ajalan jî mixabin milê wan, serê wan û çokên wan xwarine. Ev tirajedîyeke pir mezin e.”
Li gor rapora Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya dewletê ye, bi armanca astengkirina derbazbûnên neqanûnî, li ser sînorê Wan û Îranê 173 kîlometre diwar hatiye danîn û 347 kîlometre jî xendek hatine kolandin. Lê, Coşkun dibêje ku ev bîryarek şaş e û divê ji vê bîryarê vegerin da ku penaber bikarin xwe bi gihînin mafên xwe yên nevnetewî.
“Li gor qanûnên Tirkîyê û navnetewî, dema penaberek ji sînor ket nava welatekî, divê qeydên wan were girtin, serlêdanên wan were sitandin û lêpirsînek were destpê kirin. Ger li gor mafên mirovan, heqê wî yê penaberîyê hebe, divê ji alîyê dewletan ve were dayîn. Mixabin, danîna dîwar û kolandina xendekên ser sînor dibe li hember serlêdanên penaberan astengîyeke mezin û ev jî bêhiqûqîyek pir mezin e.”
Li gor daneyên Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê ji serê salê heya 28’ê Mijdarê, 176 hezar koçber ku ji sînor qaçax derbazbûne, hatine desteser kirin. Mîna salên borî dîsa hejmara herî zêde bi 58 hezar koçber Afgan in. Tê texmîn kirin ku piranîya van kesan ji sînorê Îranê debazî Wanê bûne û ji vê derê jî hewil didin ku xwe bigihînîn rojavayê Tirkîyê û derbazî Ewrupayê bibin.
Li gor rapora Komîsyona Koçber û Penaberan ya Baroya Wanê, di dema vê rêwingîya dijwar de dehan koçber rastî şert û mercên zivistanê tên. Koçber jiber sarmayê yan parçeyek ji leşê xwe hinda dikin yan jî canê xwe ji dest didin. Herwiha ew bo pere tên revandin û bûyerên gelek xirab jî tên serê wan.
Your browser doesn’t support HTML5