Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUIK) raporta enflasyona herî dawî vê hefteyê ragihand.
Li gor wê, di meha Mijdarê de enflasyona endeksa buhayên berxwûr ji sedî 3,28, enflasyona salane jî ji sedî 61,89 zêde bûye.
Pispor dibêjin ku desthilatdarîya Tirkîyê nikare pêşî li bilindbûna enflasyonê bigire. Hikûmetê dema kabîneya nû dîyar dikir, Wezîrê Xezîne yê Tirkîyê Mehmet Şîmşek wek hêvîyeke mezin pêşkêş kiribû.
Lê, hin pispor bawer dikin ku ji dema hilbijartinên 14’ê Gulanê ve, ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) tê de serketi bû, Şîmşek di warê enflasyonê de ti çareserîyek pêk neanîye.
Aborîzan Mustafa Sonmez ji Dengê Amerîka re got ku ji ber xeletîyên hikûmetê dê piştî hilbijartinên şaredarîyê aborîya Tirkîyê li gor vê demê xirab bibe û enflasyon jî bêtir zêde bibe.
“Polîtîkaya pere ku Banka Navendî birêve dibe bes li ser zêdekirina faîzê ye û ev jî li hember têkoşîna enflasyonê kêm dimîne. Ji ber hilbijartinên şaredarîyê polîtîkayên pere li gor pêdivîyan nayê bikaranîn. Herî zêde polîtîkayên ku çavên gel tije bike pêk tînin. Lê zêdekirina faîzê jî li hember enflasyonê nikare çareser bibe. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê 2024’an de aborî dê bêtir xirabtir be.”
Li gor daneyên Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), enflasyona Tirkîyê ya meha Mijdarê ji sedî 129,27, Odeya Bazirganîyê ya Stenbolê (ÎTO) jî ji sedî 72,73 dîyar kirin. Ev her du hejmar jî ji daneyên TUÎK’ê zêdetir in.
Banka Navendî (TCMB) di sala 2021’an de li ber Modela Aborîyê ya Nû faîz ji sedî 19’an daxistibû ji sedî 8,5. Piştî ku Mehmet Şîmşek hate ser kar, merhele merhele faîz bilind kir û herî dawî jî 23 Mijdara 2023’yan de faîz bilindî ji sedî 40 kir.
Sonmez radigîhîne ku ev yek jî nebûye çareserî û di meha Nîsanê 2024’an de aborîya Tirkîyê ya rastîn wê dûr vê xwe nîşan bide û zêdekirina faîzê ya tund û şidandina kemberan wê piştî hilbijartinan xwe dîyar bike.
Opozîsyona Tirkîyê dema kabîneya nû hate ser kar opsîyonek dabû vê kabînê. Lê aniha opozîsyon jî polîtîkayên pere yên hikûmetê rexne dike.
Hevseroka Giştî ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari li ser encama enflasyonê Mehmet Şîmşek rexne kir û got ku agahîyên TUÎK ne rast in.
“Rêjeya ENAG’ê ji ya TUÎK’ê du qat bilindtir e. Şîmşek wek rizgarker hate nîşandan, lê em wî ji polîtîkayên wî yên berê de baş nas dikin. Di polîtîkayê wan de tenê rizgarkirina desthilatîyê heye, ne ya gel.”
Serokê Giştî yê Partîya Komarê ya Gel (CHP) Ozgur Ozel jî rêjeyên TUÎK’ê ji rastîn dûr nîşan da û got ku TUÎK li ser hin hejmaran dilîze û rêjeya enflasyonê kêm dîyar dike.
Your browser doesn’t support HTML5