Tirkîye Êrîşên Dronî yên Ser Herêmên Kurdên Sûrîyê Zêde Dike

Your browser doesn’t support HTML5

Tirkîye di van demên dawî de êrîşên xwe yên dronî li ser herêmên Kurdên Sûrîyê zêde kirine. Di vê mehê de 8 êrîş pêk hatine ku 3 ji wan di heyama sê rojên dawî de çêbûne. Rêvebirîya Xweser bang li civata navnetewî dike ku êrîşên Tirkîyê rawestîne.