Di Êrîşeke Dronî ya Tirkîyê de Fermanderekî HSD'ê li Dêrîkê Hate Kuştin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa dronî ya Tirkîyê de yek ji fermandarên wê, Şibilî Şibilî jîyana xwe ji dest da.

“Vê sibê balafireke bêmirov fermandar Ferhad Dêrîk dema serdana mala xwe dikir, li navenda bajarê Dêrîkê kir armanc û di encamê de hevrê Ferhad şehîd bû.”

HSD’ê ragihand ku Şibilî ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrî vir ve erka parastina gel, bajar û taxên xwe dikir wî di avakirina komên leşkerî yên pêşîn de roleke girîng list û wî beşdarî piranîya pêngavên leşkerî yên dijî DAIŞ û êrîşên dewleta Tirk bûbû.

Daxuyanîya HSD’ê da zanîn ku Şibilî berpirsê Ofîsa Têkilîyên Leşkerî ya bi hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li Dêrezorê bû.

HSD’ê di dawîya daxuyanîya xwe de sersaxî ji malbata Şiblî re xwest û got ku ewê bersîva êrîşan bide û ji kujerên Şibilî hesab bipirse.

Kanala Ronahî TV ragihand ku êrîşa dewleta Tirk îro dora saet 11’an li taxa Azadî ya li bajarokê Dêrîkê pêk hat.

Hikûmeta Tirkîyê îdia kiribû ku du êrîşvanên ku li pêşîya wezareta navxweyî li Enqerê bombe peqandine, ji Sûrîyê derbazî welêt bûne loma ji wê demê heta niha êrîşên yên ser Rojhava didomîne.

Rojnamevan Jîro Mîtanî derheqa êrîşa îro ya li Dêrîkê û kuştina fermandarê HSD’ê Şibilî hin agahîyên balkêş dide.

Your browser doesn’t support HTML5

Di Êrîşeke Tirkîyê de Fermandarekî HSD'ê li Dêrîkê Hate Kuştin