Di Êrîşa Dronî ya Tirkîyê de 9 Derbiderên Efrînî li Şehba Birîndar Bûn

Artêşa Tirk îro Pêncşemê careke din êrîşî herêma Şehbayê kir û bû sedema çêbûna hejmareke qurbanîyên sivîl.

Êrîş bi droneke xwekuj pêk hat û navenda bajarokê Til Rifet kire armanc, di encamê de, piranîya wan zarokên Efrînî yên derbider in, bi giştî 9 kes, birîndar bûn.

Li gor jêderên tendirustîyê nasnameya birîndaran wiha ye:

  1. Avrîn Heyder (13 salî)
  2. Dinye Osman (6 salî)
  3. Hesên Qasêm (7 salî)
  4. Mehmûd Xerîb Memo (5 salî)
  5. Orîvan Ebdo (15 salî)
  6. Ronehî Silo (27 salî)
  7. Razia Rasho Omer (23 salî)
  8. Sebah Henen Hemo
  9. Hisên Birîm Elîko (43 salî)

Dîdavanê bûyerê û bavê zarokekî birîndar ji Dengê Amerîka re got ku gava drona xwekuj ya Tirkî dever armanc kir, zarok li cadê dilîstin.

Jêderên saxlemîyê ragihand ku rewşa zarokekî birîndar giran e, loma jî ew ji nexweşxaneyeke li Helebê hatiye rakirin û birîndarên din î li naxweşxaneya Avrîn û Til Rifetê li Şehbayê tên derman kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku artêşa Tirk bi berdewamî herêma Şahba dike armanc, ku pirî caran derbiderên Efrînî dibin qurbanî, ku di dawîya sala 2019an bajarokê Til Rifet topbaran kiribû, wê çaxê jî, 8 jê zarok 11 kes jîyana xwe ji dest dabûn.

Her di vî derbarê de artêşa Sûrî bersiva vê êrîşa artêşa Tirk da, ku derdora bingeha wê li bajarê Ezazê bi çend mûşekan topbaran kir, bê ku tu agahî dor zirarê were zanîn.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_08_04_2022_Topbaran_Zarok_Qurbanî