Li Tirkîyê jibo çareserkirina pirsa Kurdî hin model têne nîqaş kirin. Li Enqerê ew mijar bi paneleke bi navê “Avakirina Aştîyê; Îmkan, Îhtîmal, Rêbaz” hat gotûbêj kirin. Li Stenbolê jî bi dehan rewşenbîr û nîvîskar hatin ba hev û li ser aştî û çereserkirina doza Kurd rawestîyan.
Lê, li Tirkîyê hin alî doza Kurdî ji binî ve red dikin û hin jî di xeta demokratîk de behsa çareserkirinê dikin. Yên ku nîqaşên federalîzmê dikin jî hene.
Damezrênera Dad û Pêşvebirinê (AKP) Fatma Bostan Unsal ji Dengê Amerîka re dibêje ku komên ku berê li dijî çareserkirina doza Kurdî bûn, îro bêdeng in.
“Di dema ku AKP pir bi hêz bû û bi gavên demokratîkbûnê pêş ve diçû, di nav hinek hilbijêrên CHP û MHP’ê de jî beşek kêm nêrînên neyînî dîyar dikirin. Lê, em niha rewşeke wisa nabînin. Em dibînin ku komên muxalîf yên klasîk di vê mijarê de bêdeng in. Ev rewş nikare jibo pêvajoyê wekî wateyeke bi tevahî erênî were şîrove kirin. Lê dibe ku rê bide ku pêvajo bi hêsanî pêş bikeve. Jiber vê jî çi model dile bila bibe, di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de dikarim bêjim ku hêvî hene.”
Yên ku bi çereserîya vê meselê re eleqeder dibin, li gor wan pirsa herî girîng, gelo desthilatîya Tirkîyê çareserkirina vê meselê pêdivî dibîne an na? Tiştekî din jî, gelo jibo çareserkirina doza Kurdî çi model pêkan in?
Piştî gotinên Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî û piştre jî danîna qayuman nakokîyek derxist holê.
Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Sebahat Tuncel ji dibêje ku jibo wan girîng e ku hikûmet çi dike û bi çi armancê vê yekê dike.
“Jibo me girîng e ku hikûmet çi dike û bi çi armancê vê yekî dike? Gelo armanca wî tasfîyekirin e, yan ew bi rastî dixwaze pirsgirêka Kurd çereser bike? Em hê jî nizanin. Alîyekî pêvajoya çereserîyê tê meşandin, ji alîyê din qayum tên danîn û ji Ocalan tê xwestin ku li meclîsê qise bike. Ev pêşhatên neyînî bi tevahî çareserîyên li pêşîya doza Kurdî dibire. Jiber vê jî kes nikare ku li hemberî modelên çareserîyê rawesete. Bi ya min Ocalan di vê pêvajoyê de cîh bigire, rewşeke bi bijûn, ewle û azadîyê pêkan e destpê bike.”
Dewleta Tirkîyê di warê çereserkirina pirsgirêka Kurd de gelo bi biryar e yan na? Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya DEVA Mehmet Emîn Ekmen dibêje ku Serokomar Erdogan û sazîyên dewletê li şûna ku vê pêvajoyê red bikin, bi hişyarî tevdigerin.
"Ger sazîyên dewletê bi Îmrali re li hev bikin û Erdogan jî vê peymanê bi Bahçelî re li ser bisekine û dest bi pêvajoyê bikin, pêkan e rewşeke erênî pêk were.”
Di warê çereserkirina doza Kurdî de, Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî radigîhîne ku heke Tirkîyê vê dozê di nav xwe de çareser bike wê li herêmê bibe hêza mezin. Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari dema pêşhatên Sûrîyê yên dawî jî bi pirsgirêka Kur re dinirxîne vê yekî wiha dîyar dike:
“Li Rojhilata Navîn serkeftina gelê Kurd serkeftina gelê Tirk e. Em vê yekî ji bîr nekin. Hevpeymanîya Kurdan û Tirkan li ser zemîna demokratîk wê jibo tevahîya Rojhilata Navîn bibe modeleke girîng.”
Your browser doesn’t support HTML5