Li Dirbêsîyê 4 Sivîl bi Guleyên Leşkerên Tirkîyê Birîndar Bûn

Yekşemê êvarê li taxeke rojhilata bajarokê Dirbêsîyê yê Bakur û Rojhilata Sûrîyê ku ser sînorê Tirkîyê dikeve, 4 kes di nav de zarokek bi guleyên leşkerên Tirkîyê birîndar bûn.

Jêderên sivîl yên cûda ji wê taxa Dirbêsîyê ji Dengê Amerîka re ew bûyer piştrast kirin.

Li gor jêderekê ji nexweşxana Xebat li Dirbêsîyê, navên kesên birîndar ev in: Mihemed Tewfîq (18 salî), Lorîn Kalo (30 salî), Dawûd Mistefa (30 salî) û zaroka bi navê Nisrîn Mihemed ya 9 salî.

Yûsif Tawfîq, rûniştvanekî taxa ku bûyer lê çê bû, ji Dengê Amerîka re got di dema ku şahîyek li bajarokê Dirbêsîyê ji alîyê alîgirên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ve jibo pîrozkirina salvegera damezrandina wê, leşkerên Tirk yên ser sînor bêserûber avahîyên beramberî sînor bi guleyan armanc girtin.

Tawfîq got ku ew 4 kes di encama wê gulereşandina çavkorkî de birîndar bûn û rewşa keça 9 salî ne baş e.

Asayîşa Dirbêsîyê û dezgehên din yên fermî heta amadekirina vê raportê ti daxuyanî derbarê vê bûyerê dernexistine.

Li gor jêderên cûda ji Dirbêsîyê, rewşa bajêr piştî teqelêdanê aram bûye.

Gulebarana ser sînor ji alîyê leşker û cendirmeyên Tirkîyê bi berdewamî çêdibin. Gelek caran şivanên ku pezên xwe li deverên sînorî derdixin rûbirûyî guleyên artêşa Tirkîyê tên.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) dibêje ku welatîyên Sûrî ku dixwazin wekî penaxwaz derbazî Tirkîyê bibin jî rastî êrîşên cendirmeyên Tirk tên.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_11_27_2023_Tr_ Dirbesiye_Birindar