Ji destpêka Tîrmehê û vir ve hikûmeta Tirkîyê lez daye dersînorkirina penaberên Sûrî li Tirkîyê ku bi hezaran ji wan bi darê zorê vegerandine bakurê Sûrîyê.
Rêvebirê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê, Besam El-Ahmed ragihand ku rojane pirtir ji 100 penaber tên dersînor kirin ku di nav wan de jin û zarok jî hene.
Ahmed îdîayên Tirkîyê ku penaber bi dilxwazî vedigerin red kirin û got ku penaber bi darê zorê tên dersînor kirin.
“Pêşî ew li navendên dersînorkirinê tên binçav kirin, piştre givaş li wan tê kirin ku li kaxezên vegera dilxwazî îmza bikin, berî ku werin dersînor kirin”.
Ahmed herwiha dîyar kir ku Tirkîyê bi bihaneyên cuda penaberan dersînor dike, loma ew berpirsîyên xwe yên qanûnî binpê dike çimkî Sûrîyê jibo vegerandina penaberan ne cîhekî ewle ye.
“Penaber rastî êşkenceya canî û derûnî tên da ku li kaxeza vegera dilxwazî îmze bikin. Piranîya kesên li navendên dersînorkirinê tên binçav kirin, dizanin ku ewê bi darê zorê werin vegerandin, loma naxwazin îmze bikin, lê eger ew nekin gefa desteserkirinê li wan tê xwarin, loma ji neçarî îmze dikin û vedigerin Sûrîyê.”
Li gor pêzanînên Neteweyên Yekbûyî, bêtirî 3 mîlyon û nîv penaberên Sûrî ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011’an ve li Tirkîyê dijîn.
Mijara penaberên Sûrî bûye cîhê nîqaşa sîyaseta hindurîn ya Tirkîyê. Berî çend rojan Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ewê mijara koçberîyê ji kokê ve çareser bikin, bi taybet ya ji bakurê Sûrîyê.
Çalakvan dîyar dikin ku penaberên dersînorkîrî jibo herêmên bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdar li bakur rojava û bakur rojhilata Sûrîyê tên vegerandin, ku ev penaber ne ji rûniştvanên van herêman in.
Di vê derbarê de endamê Komîteya Têkilîyan ya Komîteya Koçberên Serêkanîyê Ciwan Îso ser guhertina demografîk hişyarî dide.
“Tirkîye dixwaze demografîya herêmên dagîrkirî, Serêkanîyê, Girêsipî û Efrînê biguhêre ku di siberojê de bibe sedema şerekî navxweyî. Loma bîyanîyan I wan deran bi cîh dike ku ev yek binpêkirina peyman û qanûnên mirovî û yên navdewletî ye”.
Îso herwiha îdîa kir ku hêrêmên bin dagirkerîya Tirkîyê bûye hêlîna rêxistinên radîkal û terorê, loma vegerandina penaberan bi vî rengî alozîya Sûrîyê kûrtir dike.
“Ji Rûsya û koalisyona navdewletî tê xwestin ku xwedî rol bin û rê li ber kiryarên Tirkîyê bigirin da ku bîyanîyên li herêmên dagîrkirî hatine bi cîh kirin derkevin, herwiha gelê resen yê van herêman bi ewlehî vegerin cîh û warên xwe”, Îso got.
Your browser doesn’t support HTML5