Serokomarîya Tirkîyê hefteya borî bi bîryaranameyekê nirxê baca pêdîvîyên bingehîn ji % 8’an rabû % 10’an û baca kirîna mal û xizmetan jî ji %18’an rabû % 20’ê.
Bi taybetî piştî zêdebûna bacan, xercê telefonên ku ji dervayê welêt dihatin, ji 6,091 lîrayan rabû 20 hezar lîrayan. Herwiha li meclîsa Tirkîyê bo zêdekirina bacên otobomîlan jî qanûnek hat derxistin û li gor vê qanûnê bacên otomobîlan di navbera % 45 heta % 220 hat dîyar kirin.
Serokê Komala Karsazên Pişesazî û Organîzeya Wanê (VOSIAD) Şemsettîn Bozkurt got ku hikûmetê piştî hilbijartinê ev biryar bo komkirina budceyê wergirtîye, lê ev yek wê bibe sedema rewşekî xirabtir.
“Jiber ku êdî budceya Banka Navendî ya Tirkîyê têrê nake, bi zêdekirina bacan pere ji rûniştvanan kom dikin. Ev yek têrê nake, jiber ku ev çareserîyên kindemî ne. Jibo ku bi zelalî were fêm kirin, wiha bêjim: berê di karekî de ji mîlyonekê, 180 hezar TL bac dihat sitandin, niha wê 20 hezarî TL bistînin. Jiber zêdekirina bacan dê bêkarî zêdetir bibe.”
Hikûmeta Tirkîyê piştî hilbijartinên 28’ê Gulanê Wêzîrê Darayî û Xezînê Mehmet Şîmşek anî ser kar. Hêvîyeke mezin hebû ku ew kirîza aborî çareser bike. Şîmşek dema hat ser kar wek karê destpêkê faîza perê TL ji 8 ji sedê rakir 16 ji sedê. Piştre jî baca mal û xizmetê bilind kir. Lê Bozkurt dibêje ku bi van siyasetên hêvîyên wan yên bo çareserî aborî namînin.
“Di zanîstîya aborî de ger li welatekî hejmara enflasyonê çi be, herî kêm hejmara faîzê jî divê nîvê wê be. Li welatê me hejmara enflasyonê bi rastî 180 ji sedê ye. Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUIK) % 80 ye. Herî kêm enflasyon li gorî TUIKê jî bê, gerek vê gavê polîtîkaya faîzê herî kêm 40 ji sedê be. Lê niha 16 ji sedê ye. Li gor hejmarên TUIK’ê, gerek sedê 40 ba, lê ev jî dibe hejmarên faîzkarîyê. Bi vê yekê karsaz û pîşesaz nikarin fînans peyda bikin û kar bikin.”
Pisporê aborî Bozkurt dibêje ku desthilat çi bike bila bike, lê heya ku pirsgirêka Kurd, demokrasîyê û hiqûqê çareser neke, krîza aborî jî çareser nabe.
“Di bingeha kirîza aborî de sedema sereke pirsgirêka demokrasî, hiqûq û çaresernekirina pirsgirêka Kurd ye. Ev pirsgirêk di aborîya Tirkîyê de bîreke bê binî vekiriye. Jiber ku li Tirkîyê hiqûqek serbixwe tuneye, karsaz û pîşesazên derveyî welêt bawerîya wan bi hiqûq û demokrasîya Tirkîyê nayê û berhemkarî li welatê me nakin.”
Bozkurt herwiha dibêje ku piştî Şîmşek hat ser kar, hin gavên erenî yên mîna zêdekirina faîzê avêtin û ev dê di demeke dirêj de enflasyonê bîne xwarê.
Ji alîyê din ve, Şîmşek li ser hesaba xwe ya Twitterê berevenîya zêdekirina bacan kir û got ku ev yek dê lêçûnên zêde yên erdheja Mereşê li ser budceyê kêm bike.
“Emê bi xurtkirina hemahengî ya di navbera polîtîkaya diravî û polîtîkaya darayî de piştgirîyê bidin têkoşîna li dîjî enflasyonê ya Banka Navendî. Herweha emê bi avêtina gavên jibo kêmkirina kêmahîya hesabên heyî, prîma rîska welatê xwe kêm bikin.”
Your browser doesn’t support HTML5