Topxana Tirkiyê Gundewarên Zergan Û Tiltemirê bi Domdarî Bombebaran Dike

Qurbaniyên topbarana Tirkyiê li herêma Til Temirê

Di nava 24 demjimêrên vê dawiyê de, ji danê nîvroya Şemiyê û heya danê nîvro yê roja Yekşemê 24 Tîrmehê de çend bûyer û geşedanên leşkerî û yên wekî din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûdane.

Îro Yekşemê 24ê Tîrmehê artêşa Tirk navenda navçeya Zergan û gundewarên wê tevî gundên bakurê Tiltemirê toparan dike.
Di encama bombebaran Tikiyê de hejmareke sivîl birîndar bûn her wiha kesekî jiyana xwe ji dest da.

Herwiha îro yekşemê 24 vê mehê di encama bombebarana artêşa Tirk li ser gundên bakurê Hesekê li gundê Zergan (Ebû Rasîn) li gundewarê Til Temirê welatiyekî bajarokê Teltemrê jiyana xwe ji dest da û endamekî artêşa Sûriyê jî birîndar bû.

Ji doh ve, gundên bakurê Hesekê rastî topbaraneke dijwar ya artêşa Tirkiyê tên.
Di kêmî 24 demjimêran de zêdetirî carekê gundên bajrokê Tiltemirê û Zerganê hatine bombebaran kirin, ku di encamê de santrala elektirîkê ya Tiltemir bo cara 27emîn di çend mehên dawî yên îsal de tê aramnckirin.

Li aliyekî din Çavkaniyek pizîşkî ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bide, ragihand ku kesê jiyana xwe ji dest daye navê wî Hesen Îbrahîm e xelkê gundê Mucêbera ye û Fayîz Mehmûd (19 salî) xelkê gundê Xeşme, her wiha kesên bi navên Ferhan Elî (50 salî) û Wadha Omer (70 salî) ji gundê Mucêbra û Raciha Yasîn (65 salî) ji gundê Bab El-Xêr e birîndar bûne û ev gund jî girêdayî Tiltemrê ne.

Qurbaniyên topbarana Tirkyiê li herêma Til Temirê

Her wiha çavkaniyekî ji Meclîsa Leşkerî ya Tiltemirê ragihand ku topxaneyên Tirkiyê bi dehan topên hawanan li derdora bajarokê Tiltemirê û gundên girêdayî navçeya Zerganê bombebaran kirin e û ev yek bû sedema derbideriyeke mezin ya xelkên wê deverê .

Li gorî çavkaniyên ji wê herêmê, artêşa Tirk gundên di 24 saatên derbaxûyî de topbaran kirine evin: gundên (El-Tawîlah, Til Şenan, Um El-Kêf, derdora baregeha Rûsî, Tel Cumaa û AliXeybiş, El-Mucêbera, Bab El-Xêr û Xeşme) li bakur. Û gundewarên rojavayê Taltemr: (Qebr El-Xedrawî, Tel Hermal, El-Esediye, Mişêrfa Zergan ê, Til El-Amîr, Basîs û Hermele) bombebaran kirin e.

Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku di encama bombebarana artêşa Tirk li ser gundê El-Esediyê yê girêdayî bajarokê Zergan ê de şervanekî artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Jêdereke pizîşkî li nexweşxaneya Şehîd Xebat ya bajarê Dirbêsiyê ragihand ku "Di encama bombebarana Tirkiyê de li ser navçeyê 4 welatiyên sivîl ku 2 ji wan zarokin birîndar bûne ew gihandine nexweşxanê.

Li aliyekî din êvara Şemiyê 23ê mehê balafirên artêşa Tirk li çend deverên gundewarên Zirgan û Tiltemirê êrîş pêkanîn.

Qurbaniyên topbarana Tirkyiê li herêma Til Temirê

Hevdem li gel van êrîşan, di demjimêrên êvara Şemiyê de hejmareke teqîn li gundewarên başûr û rojavayê Serêkaniyê ku di jêr kontrola artêşa Tirk û grûpên çekdar yên girêdayî wê de ye qewimîne.

Li gorî agahiyan, dengê teqînan ji gundên Aniq ElHawa, Mahmudiye, Xirbet Cimo, El-Dawdiye û bejahiya bajarokê Eliya yê başûrê rojavayê Serêkaniye hatiye rûdan.

Li gorî zaniyariyên balfirên Rûsî li wê herêmê çend xalên çekdarên bi ser Tirkyê ve kirien armanc.

Hêjaye bibîrxistinêye ku topbaran Tirkiyê heya dema amadekirina vê raporê li ser navçeyên bakurê Hesekê berdewame, ku di encamê de gelek ziyanên madî gihştine mal û milkên niştecihên deverê her wiha xelkê deverê ji ber topbaranê berê xwe didin navenda bajarê Tiltemir û Hesekê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Qamîşlo 24 07 2022