Rêberên G7 Dê Ser Toleyên Dijî Rûsya Biaxifin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rêberên G7 dê di cîvîna Almanya de ser toleyên dijî Rûsya danûstandinê bikin.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestekî payabilind yê hikûmeta Alman ragihand.

Wî karbidestekê da zanîn ku rêberên G7 dê ser jinûve avakirina Ukrayna jî biaxifin.

Çaverê ye rêberên G7 roja Yekşemê li Schloss Elmau ya Alpên Bavyera dest bi danûstandinên ser Rûsya û Ukrayna bikin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê destpê kir û ji wê çaxê vir ve welatên Rojava dijî Rûsya toleyên berfireh radigihînîn.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya hefteya borî dabû zanîn ku jiber toleyan bi hezaran mîlyonerên Rûs dixwazin ji Rûsya derkevin.