Tirkîye Dibêje Danûstandinên Bazirganî bi Îmaratê re Baş Diçin

Wezîrê enerjîyê yê Îmaratê Suhail El Mazrouei

Cîgirê wezîrê enerjî yê Tirkîyê, Alparslan Bayraktar îro Sêşemê got ku Tirkîyê jibo veberhênana di warê enerjîyê de bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re hevdîtinan dike.

Bayraktar li Dubaî ji rojnamevanan re got ku li ser veberhênana bo projeyên enerjîya Tirkîyê bi Îmaratê re danûstandin hene.

Bayraktar di derbarê projeyan de pirtir agahî ranegihand, lê got ku Îmaratê berê projeya elektrîkê nirxandiye.

Her wiha, Bayraktar destnîşan kir ku ewê bi wezîrê enerjîyê yê Îmaratê Suhail El Mazrouei re roja Çarşemê hevdîtinê bike û ewê gotûbêjên pirtir yên din têne çaverê kirin.

"Gelek qad hene ku em dikarin hevkarîyê bikin," Bayraktar got.

Ajansa Reuters nikaribûye ku xwe bigihîne karbidestekî hikûmeta Îmaratê da ku ser daxuyanîyên Bayraktar şîroveyan bi dest bixe.

Karbidestekî Îmaratê di serê vê mehê de ji Reutersê re gotibû ku welatê Kendavê dikare di gel warên din de, di sektora enerjîya Tirkîyê de jî veberhênanê bike.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan meha borî bi prensê cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Mihemed bîn Zayed el-Nahyan re ser telefonê axifîbû, dema ku her du welat hewl didin ku pirsgirêkên xwe yên kûr yên siyasî çareser bikin.

Di navbera her du welatan de piştî hevrikîya tund, di vê demên dawî de agirbesteke ne fermî xuya dike.

Piştî ku têkilîyên di navbera karbidestên îstixbaratê û karbidestên hikûmetan alozî kêm kir, Îmaratê vê mehê got ku ew bo peywendîyên bazirganî û aborî yên kûrtir bi Tirkîyê û heft welatên din re, dinirxîne.

Tirkîyê û Îmarat di deh salên dawî de bo bandora herêmî di pêşbirkê de ne, di pevçûnên Rojhilata Navîn de pişta komên hevrik digirin.

Her wiha Tirkîyê piştgirîya rexistinên Îslamî dike, wek wek Birayên Misilman ( Îhwan) ku rêvebirên Îmaratê mîna tehdîdeke siyasî û ewlehîyê dihesibînin.

Hevdem, Îmaratê di gel Tirkîyê bi armanca başkirina peywendîyên bi Qatarê re jî gav avêtiye û dibêje ku ew dixwaze siyaseta wê ya karên derve xizmeta berjewendîyên wê yên aborî bike.

Wezîrê bo enerjîyê yê Qaterê Seîd El Kebî, ku ew jî di konferansa Dubaî de bû, peywendîyên Îmaratê - Qatar ji rojnamevanan re wekî baş binav kir.

Lê, wî red kir ku şîrove bike ka nîqaşên enerjîyê bi Îmaratê re têne kirin yan na.

Qatar gaza bo welêt bi xeta borîyê ya ji Îmaratê peyda dike.

Beşdarbûna Keebî ya konferansê, serdana herî bilind ya ji hêla karbidestekî Qatarî ve bo Îmaratê ye, ji dema ku Îmarat, Erebistana Saudî, Misir û Bahreynê re di 2017'an de , peywendîyên xwe bi Dohayê re birîn.

Alozî ya di navbera wan welatan de di Rêbendana 2021'an de, bi dawî bû.