Li Tirkîyê 44 Kes jiber Alkola Qaçax û Sexte Mirin

Medya dewleta Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku li welat hefta borî de çel û çar kes jiber jahrbûna alkola qaçax û saxte jîyanên xwe hinda kirine.

Li Tirkîyê bi sedema piştî zêdebûna bacên li ser vexwarinên bi alkolê, pirtirîn alkola erzantir tercîh dikin.

Televîzyona dewleta Tirkîyê TRT dîyar kir ku mirina yekê roja Înîyê li bajarê Îzmîrê pêk hatîye, ku heya 18 kes li vir bi heman sedemê mirine û herwiha TRT got ku herî kêm li heft heremên din yên seranserê Tirkîyê jiber vexwarina alkola qaçax û saxte mirovan jîyanên xwe ji dest dane.

Hevdem, polîsê Tirkîyê dîyar kir ku wan di çar rojên borî de 58 kes bi îdaya hilberîn û firotina alkola qaçax û saxte 58 kes hatine desteser kirin û 7 kes ji wan kesan hatine girtin.

Wezareta Karûbarên Hundurîn yê Tirkîyê di dawîya heftê de bi daxuyanîyeke ragihand ku polîs guman dike ku hinek ji qurbanan bo çêkirina vexwarinên alkolê berhemên paqijkirinê ya bi alkolê bi kar tînin.

Partîya desthilatdar AKP ya Îslamî bacên ser alkolê zêde kiribû. Baca ser araqê ku vexwarina serekî ya neteweyî, di deh salên borî de ji % 443 û baca bîrayê jî % 365 zêde bû.

Bûhaya şûşeyeke araqê ya 70 cc, dora 170 lîre (22 $) ye, ku ji % 234 bac ser bûhaya bingehîn e.

Hikûmetê di Tîrmehê de, bacên ser vexwarinên alkolî careke din ji % 6.9 zêde kir.

Pêzanînên wezareta darayî nîşan dide ku ew hêvî dikin ku îsal, dehatên bacên giştî yên ji alkolê li gor deh salên borî ewê ji % 1.6'an bilindtirî % 2.7 bibe.

Ozan Bingol, pisporê bacê yê li Zanîngeha Başkent, got ku baca alkolê ya zêde dê welatîyan teşwîq bike ku alkola sexte vebixwin, û ewê ev bo dewletê bibe sedema zêdebûna lêçûnên saxlemîyê û bibe sedema gelek mirinan.

"Berevajî bawerîya gelemperî, dê dahatên baca dewletê zêde nebin lê kêm bibin," Bingol got.