Hikûmet û Rikeberîya Tirkîyê Ser Qanûna Bingehîn Nîqaşan Dikin

TBMM Genel Kurulu

Desthilat û rikeberîya Tirkîyê ser guherîna qanûna bingehîn nîqaşan dike.

Nîqaşan bi pêşnîyaza Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya ser serbestkirina teseturê despê kir.

CHPê bo serbestkirina teseturê qanûn pêşnîyazî meclîsê kir, lê desthilatê da zanîn ku ew partî ji dil tevnagere û sîyaseteke xapandinê dimeşîne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de ew nîqaş bi guherîna qanûna bingehîn anî asteke dîtir.

Erdogan dîyar kir ku li Tirkîyê ser karanîna teseturê ti kêşe tune û da zanîn ku wan ew zilma ji rojeva welêt derxistiye.

Wî got ku eger CHP ji dil tevdigere ewê bo teseturê di guherîna qanûna bingehîn de alîkarîyê bike.

Karbidestên CHP’ê ser pêşnîyaza Erdogan dibêjin guherîna qanûna bingehîn dê li dû hilbijartinê karê parlamana nû be.