Tirkîye Dibêje Ewê Hemwelatîyên Xwe ji Lubnanê Derxe

Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand ku ewê roja Çarşemê hemwelatîyên xwe bi rêka keştîyê ji Lubnanê derxe.

Wezaretê dîyar kir ku ewê sibê Çarşemê bi du keştîyan ji Beyrutê bi qasî 2000 hemwelatîyên xwe vegerîne welêt.

Li gor ragihandina wezaretê, ger hewce be ewê di rojên pêş de jî keştî herin Lubnanê ku hemwelatîyan derxin.

Karbidestên Tirk dîyar dikin ku keştî wê bi xwe re alîkarîyan jî bibin Lubnanê.

Jêderekî Wezareta Derve ya Tirkîyê got ku 2,500 hemwelatîyan serî li wan daye ku ew ji Lubnanê derkevin, lê kapasîteya keştîyan 2000 e.

Keştîyên Tirkîyê îro Sêşemê ji Mersîn ya li rojhilata Deryaya Sipî bi rê dikevin.

Tirkîyê berê jî ragihandibû ew bi 20 dewletan re dixebite ku hemwelatîyên wan bi rêka Tirkîyê ji Lubnanê derxe.

Hefteya borî bi sedan hemwelatîyên bîyan ji Lubnanê derbazî Tirkîyê bûbûn.

Jêder: Reuters