Tirkîyê Dibêje Rûsya Wê Mazûvanîya Civîna Aştîya li Qafkasya Başûr Bike

Wezareta Derve ya Tîrkiyê îro Pêncşemê ragihand ku, Moskow dê roja Înîyê mêvandarîya civîna destpêkê ya platforma aştîyê ya Qafkasya Başûr ya şeş alî bike.

Ev nêrîna ji hêla Tîrkiyê û Azerbeycanê ve piştî şerêşe Nagorno-Karabaxê ya sala borî hatibû pêşnîyar kirin.

Wezaretê da zanîn ku " Civîna ewil ya platforma hevkarîya herêmî ya bo avakirina aştî û aramîya mayînde ya li Qafkasyaya Başûr dê di 10'ê Berfanbarê de li Moskowê were darxistin."

Platforma Aştîyê ji 6 welatan pêk tê; Azerbaycan, Ermenistan, Gurcistan, Rûsya, Îran û Tirkîyê.

Enqere, ku ti peywendîyên wê yên dîplomatîk bi Ermenîstanê re tuneye, got ku dibe ku platform di normalkirina têkilîyên bi Rewanê de bibe alîkar.

Hevdem, Enqereyê ragihand ku Azerbaycan, Ermenistan, Rûsya, Îran û Tirkîyê dê di asta cîgirên wezîrên derve de beşdarê civînê bin, lê di derbarê beşdarîya Gurcistanê de ti agahî nehat dayîn.

Piştî şeş hefteyên şer ya sala borî, Azerbaycan û Ermenîstanê agirbestek bi navbeynkarîya Rûsyayê îmza kirin, jibo bidawîkirina pevçûna ser herêma ku ji hêla civata navneteweyî ve wek beşeke Azerbaycanê tê naskirin, lê bi piranî Ermenî lê dijîn.

Bi agirbestê, Baku ya ku ji hêla Tirkîyê ve dihat piştgirîkirin,destkeftîyên axî bi qezenc kiribû.