Li Şûna Hevşaredarên Rêya Armûşê Qeyûm Hate Danîn

Şehsade û Azim

Li şûna Hevşaredarên bajarokê Rêya Armûşa Wanê Azîm Yacan û Şehsade Kurt ku duh hatibûn desteser kirin, Qeymeqamê bajarokê Sînan Aslan ji alîyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekî qeyûm hate dîyar kirin.

Herwiha dema desteserkirina hevşaredar Kurt û Yacan jî hate dirêjkirin.

Tevî van geşedanan walîtîya Wanê jî li bajar biryara qedexekirina lidarxistina çalakî, meş û daxuyanîyan ku ev nêzî 3 sale tê qedexekirin, 15 roj din dirêj kir.

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç, nerazîbûn nîşanê dîyar kirina qeyûm da û got ku li hemberî Kurdan hiqûqa dijminahîyê tê meşandin.

“Bi kiryarî êdî tişta hiqûqî jibo Kurdistanê ne maye. Her tişt bi temamî li ser hiqûqa dijminahîyê dimeşe. Polîs, leşker, qeymekam; her kesek li gor dijminahîyê nêzî Kurdan dibin. Dîyar kirina qeyûm jî di vê çarçoveyê de ye. Polîtîkayên li Rojava, Başûr û cihên din li hemberî Kurdan tên meşandin jî berdewamîya vê helwestê ye.”

Hêjayî gotinê ye ku ji 19’ê Tebaxê vir ve di nav de şaredarîyên bajarê mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê jî heyî, heta niha Wezareta Karên Navxweyî bi giştî jibo 16 şaredarîyên di destê HDP’ê de qeyûm dîyar kirîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Arif Aslan