Tirkîyê Jiber Mirina 12 Koçberan Yunanistanê Tawanbar Dike

Dîmeneke koçberên ku hewl didin xwe bigihînin Yunanîstanê (Arşîv)

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Çarşemê ragihand ku karbidestên wan termên 12 koçberên ku li nêzî Yunanistanê jiber sermayê mirine, dîtine.

Suleyman Soylu li ser Twitterê dîyar kir ku 12 kesên ku mirine ji komeke ku ji 22 koçberan pêk dihat, bûn.

Soylu got ku hêzên ewlekarîya sînor yên Yunanîstanê pêlav û kincên wan koçberan bi zorê jê kirine.

Hevdem, Soylu nobedarên Yunanî bi paşve şandina koçberan ji sînor bê pêlav û kinc tawanbar kir.

Wî eşkere nekir ku koçber hemwelatîyên kîjan welatan nin.

Karbidestên Yunanistanê heta niha bersîv nedane daxwaza şîrovekirina tawanbarîya wezîrê Tirk.

Atînayê di demên borî de îdayên Tirkîyê red kiribû, yên ku hêzên Yunanî koçberên ku digirin, vedigerînin Tirkîyê yan jî botên koçberan di deryayê de binav dikin.