Tirkîyê Cezaya Hepsê Da Rojnamevana Wall Street Journalê

Rojnamevana Wall Street Journal Ayla Albayrak jiber nûçeyeke wê ya derbarê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), bi tohmeta ‘’propagandaya rêxistina terorîst’’ li Tirkîyê du sal û mehek cezaya girtîgehê sitand.

Li gor nûçeya Wall Street Journal, Albayrak ya li New Yorkê dîyar kir ku ewê serî li dadgeha pêdaçûnê bide.

‘’Gava meriv rewşa niha ya Tirkîyê bifikire, ew biryara berbad nabe suprîz, lê bû’’ Albayrak got.

Wall Street Journal da zanîn ku dadgehê, ser nûçeyeke Albayrak ya ku di sala 2015’an de derbarê rewşa Sîloopî hazir kiriye, biryar daye.

D nûçeyê de, bajarvan, xwecihên herêmê, karbidestekî Tirk û hin ciwanên nêzî PKK’ê axifîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, li Tirkîyê pirtir ji 170 rojnamevan girtî ne. Li gor rapora Rojnamevanan Bêsînor ya ser azadîya medya, Tirkîye ji nav 180 dewlet di rêza 155’an de ye.