Tirkîye jibo Endamtîya NATO Gavên Berçav ji Swêd û Fînlandîya Dixwaze

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku Swêd û Fînlandîya hîn berpirsîyên xwe yên li gor lihevkirina wan bi cîh neanîne.

Çavuşoglu got ku divê Swêd û Fînlandîya gavên berçav biavêjin ku ew jî endamtîya wan ya NATO bipejirînin.

Wî got ku hikûmeta nû ya Swêdê ya bi serokwezîrîya Ulf Kristersson bo berpirsîyên xwe bi cîh bîne helwesteke rasttir nîşan dide.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên wê yekîtîyê.

Ji 30 endamên NATO, Tirkîyê da zanîn ku her du dewlet şervanên Kurd yên dijî Enqerê dihewînin û dijî endamtîyên wan sekinî.

Karbidestên Swêd û Fînlandîya û Tirkîyê di meha Hezîranê de ser fikarên hevdu axifîn û li hev kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ji endamên NATO, tenê Macaristan û Tirkîyê heta niha endamtîya Swêd û Fînlandîya nepejirandine.