Tirkîye Hewilên Dirêjkirina Destûra Alîkarîyên bo Bakurê Sûrîyê Xurt Dike

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Pencşemê ragihand ku Tirkîye zorê dide Neteweyên Yekbûyî (NY) û alîyên din da ku dema bo derbazkirina alîkarîyên li bakurê rojavayê Sûrîyê ya di bin destê serhildayan de were dirêj kirin.

Reutersê ev agahî ji zarê du jêderên Tirk ragihand.

Alîkarîyên mirovahî yên bo Sûrîyê ji 2014’an ve bi destûra Civata Ewlekarî ya NY têne peydakirin. NY derîyê sînor yê Bab El-Hawa yê Tirkîyê jî bo derbazkirina alîkariyên ji bakur û rojavayê Sûrîyê bikar tîne.

Lê di Tîrmeha sala borî de Civata NY ya 15 endamî ser şêwaz û rêkên derbazkirina alîkarîyan lihev nekir, loma dema destûrê nehat dirêjkirin.

Hikûmeta Serokê Sûr Beşar Esed dema wê destûrê bi awayekî yekalî heta 13’ê Rêbendana 2024’an dirêj kir. Piştî erdheja kujer ya di Sibata 2023’an de jî, Şamê bo karanîna derîyên Bab el-Selam û El Raî jî destûr dan. Lê ew jî wê di 13'ê Sibatê de bi dawî bibe.

Jêderên Tirk, ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, gotin ku dirêjkirina destûra jibo Bab el-Hawa, pir girîng e, jiber ku wê rê bide plansazîya projeyên mirovahî û geşepêdanê yên demdirêj li herêmê.

"NY jî ligel rejîma Sûrî ser egera dirêjkirina bo demeke nedîyar dinêre, bêyî sînordarkirinekê wek sê yan şeş mehan," jêderî got.

Jêderan herwiha ragihand ku ew wek alîyê Tirkîyê danûstandinên NY yên ser karanîna van deriyên sînorî ji nêz ve dişopînin û ew di peywendîya berdewam de ne.

Jêderên Tirk herwiha anî ziman ku ger bi bi Şamê re neyê lihevkirin, pêkan e ku Civata Ewlekarîyê ser direjkirina destûrê bo hemû alîyan biryarekî mecbûrdar bide.

Hikûmeta Sûrîyê jibo şîrovekirina mijarê heta niha bersîva Reutersê nedaye.

Lê, du jêderên alîkarîyê ji ajansa nûçeyan re got ku wan ser nûvekirina dema bo derîyê yekalî ji Şamê, nûçeyên "pêbawer" bihîstine.

Berdevka ofîsa alîkarîya mirovî ya NY (OCHA) Eri Kaneko ragihand ku ser alîkarîyên ji sînoran danûstandinên bi Şamê re didomin.

Kaneko destnîşan kir ku alîkarî bo nêzî 2.5 mîlyon kes li bakurê rojavayê Sûrîyê, kela dawî ya serhildeyên li Sûrîyê ye, wek "xeta jiyanê" ye.

Wê da zanîn ku di 2023’an de 5 hezar qamyonên alîkarîyê derbazî wê herêmê bûne, ku 4 hezar jî ser Bab el-Hawa.

Tirkîye ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê ve piştgirîya komên serhildêr dike, yên ku dixwazin Serok Esed ji desthilatdarîyê bixînin. Ev 12 sal in ku di navbera Enqere û Şamê de ti peywendîyeke fermî ya dîplomatîk tune ye.

Lê Enqere ji 2014’an ve bo gihandina alîkarîyan ji bakurê rojavayê Sûrîyê bûye navenda plansazî û derbazkirinê, bi taybet jî bi destûra NY ji ser bi rêya derîyê Bab el-Hawa.

Jêder: Reuters