Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku danûstandinên ser Îdlibê didomin.
Çavuşoglu da zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin dê roja Duşemê ser Îdlibê biaxifin.
‘’Em li Sûrîyê çareserîyeke sîyasî dixwazin û bo vê hewildanên xwe didomîn’’ Çavuşoglu got.
Çavuşgolu dîyar kir ku gelek welat û Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirîyê didin hewildanên Tirkîyê.