Tirkîye û Sûrîye Hevdu bi Terorê Tawanbar Dikin

Sînorê Tirkîye û Sûrîyê

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser hevtayê xwe yî Sûrî Beşar Esad got ku ‘’terorîstekî ku terora dewletê pêk anîye’’ û dîyar kir ku piştî cengê divê ne li desthilata Sûrîyê be.

‘’Li Surîyê dewamkirina bi Esad re ne pêkan e. Bi serokê Sûrîyê, ku nêzî 1,000,000 hemwelatîyên xwe kuştine, emê çawa siberojê hembêz bikin?’’ Erdogan di daxuyanîyeke li Tunisê de got.

Erdogan da zanîn ku ‘’li Sûrîyê aramî û aştî tune û ew bi Esad nayên wî welatî’’

Wezareta Derve ya Sûrîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku Erdogan piştgirîya terorê dike û ‘’berpirsê sereke ya kuştinên li Sûrîyê ye’’

Wezaretê dîyar kir ku Erdogan ‘’piştgirîyeke bêsînor dide hemî komên terorê’’