Medya Tirkîyê îro Înê radigihîne ku ser êrîşa li Stenbolê 17 kes hatine girtin.
Di peqîna roja Yekşemê de, 6 kesan canên xwe ji dest dabûn û bi qasî 100 kesên din jî birîndar bûbûn.
Karbidestên Tirkîyê ser êrîşê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tawanbar kiribûn û li dû peqînê dabûn zanîn ku 51 kes hatine desteser kirin.
PKK û YPG’ê bi daxuyanîyan dîyar kiribûn ku ti peywendîya wan bi êrîşê re tuneye.
Di nav girtîyan de Ahlam Albeşîr heye ku li gor karbidestên Tirkîyê di ser Sûrîyê re bo êrîşê derbazî welêt bûye.
17 girtî ketin Girtîgeha Marmara ku berê navê wê Girtîgeha Sîlîvrî bû.