Piştî êrîşa Rûsya, ya bo dagirkirina Ukraynayê, li Tirkîyê rojev bi tevahî veguhestîye ser vê mijarê.
Li gor şîroveyên aborîzan û diplomatan tê dîyar kirin ku ev êrîşên Rûsyayê wê ser Tirkîyê jî bondoreke mezin pêk bîne.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku armanca Tirkîyê ew e ku bazirganîya ligel Ukraynayê di 2023’an de derxînin ser 10 mîlyar dolarî.
Lê, di niha de asta bazirganîya di navbera Tirkîyê û Ukraynayê 5 mîlyar dolarî, derbaz kiriye.
Di navbera Tirkîyê û Rûsyayê de jî derfirotin û derkirîn zedetirî 10 mîlyar dolarî ye.
Tirkîye herî zêde ji Rûsyayê sotemenîyên fosîl, hesin, alumînyum, zad û xwarinên ajalî û nebatî dikire û Rûsya ji Tirkîyê herî zêde fêkî, keskahî û gîya dikire.
Jiber vê yekê jî, li Tirkîyê daxuyanîyênser krîza Rûsya û Ukraynayê, bi baldarî têne dayîn.
Erdogan bi zimanekî baldar êrîşên Rûsyayê wek darbeyeke giran bi nav kir û wiha got:
“Em banga xwe ya bo çareserîya kêşeyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de, di çarçoveyea peymana Minksê de bi rêya dîyalogê dubare dikin, ku bi her du welatan re jî têkilîyên me yên dîrokî û dostane hene.”
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî di daxuyanîya xwe de got ku ew şer naxwazin jiber ku ger şerekî wiha çêbe Tirkîye wê zarareke mezin bibîne.
Desthilatdarîya Tirkîyê peymana ser mafên serwerîya deryayî ya Peymana Montro (Montreux) kiribû sedema nîqaşan.
Kiliçdaroglu bal kişand ser van gotûbêjan û rexnê li wa kesana kir.
“Yên ku Peymana Montroyê kiribûn sedema gotûbêjan, xelatîya wan nuha baştir dîyar dibe. Peymana Montro jibo ewlekarîya cîhanê çiqas girîng e, em niha baş dibînin.”
Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener jî bal kişand ser mûşekên S-400’an.
“Pêdivî ye ku Tirkîye xwe ji têkilîya ne hevseng ya bi Rûsyayê rizgar bike û S-400’an jî demûdest ji destê xwe derxîne.”
Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu ev êrîşên Rûsyayê şermezar kir.
“Ev êrîşa Rûsyayê ku dijî hiqûqa navneteweyî, biryarên Netewêyên Yekbûyî û hemû belgeyan e, em şermezar dikin û bi ti awayekî napejirînin.”
Serokê Partîya Welat, Dogu Perînçek, ku piştvanîya hikûmeta Erdogan dike, êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê parast.
“Êrîşa Rûsyayê operasyoneke leşkerî ye, lê bi çek e, lê çekê ku Rûsya bi kar tîne wê aşîtî û aramîyê bîne.”
Li ser êrîşên Rûsyayê, Desteya Birêvebirina Navendî ya HDP’ê jî daxuyanîyek weşand.
“Ev bûyerên ku li Ukraynayê pêk tên, têkoşîna di navbera NATO û Rûsyayê de ye. Ev jî derî ji malwêranîyeke mezin re vedike.”
Li Tirkîyê di roja yekê ya êrîşên Rûsyayê de, nirxê dolar bilind bû û ji ser 14 lîrayê borî. Demeke dirêj bû ku dolar li ser xeta 13 lîrayê rawestîbû.
Hun dikarin bi lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5