Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Soçî hevdîtineke ku şe demjimêr ajot li dar xist.
Piştî hevdtînêi Moskow û Enqerê rêkeftineke bi 10 xal îmza kir.
Di rêkeftinê de hat gotin ku her du alî piştrast dikin ku ew berevanîya ax û yekîtîya sîyasî ya Sûrîyê dikin û di vê çarçoveyê de dijî ‘’hemî şiklên terorîzmê’’ şer dikin.
Li gor rêkeftinê Tirkîyê dê li hêla Sûrîyê 32 kîlometre kûrahîyê de here ku di nav vê herêmê de Tilebyad û Serêkanîyê jî heye.
Rêkeftin dîyar dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê ji Tilrifat û Menbicê tevî çekên xwe derkeve.
Rûsya û Tirkîyê li hev kir ku YPG ji roja Çarşemê saet 12’an û şûnde heta 150 demijmêr 30 kîlometre dûrî sînorê Tirkîye û Sûrîyê bikeve.
Li rojava û rojhilata sînorên operasyona Tirkîyê dê hêzên Tirk û Rûs tevbigerin ku Qamişlo ne di nav vê rêkeftinê de ye.
Piştî civînê Erdogan û Putin dan zanîn ku divê Sûrî êdî vegerin welatê xwe.
Erdogan dîyar kir ku bi operasyonê yek ji armancên wan vegerandina Sûrîyan e.
Putin da zanîn ku ew fikarên Tirkîyê yên ser ewlekarîyê fehm dikin û got ku divê koçberên Sûrî vegerin welatê xwe.