Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê berî civîna NATO ya sibê Sêşemê bi hemtayên xwe yên Swêdî û Fînlandî re kom bibe.
Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên wê tifaqê, lê bi muxalefeta Tirkîyê re rûbirû man.
Enqere îdîa dike ku Helsînkî û Stockholm piştgirîyê didin çekdarên Kurd û li ser vê yekê dijî endamtîyên her du dewletan disekine.
Reutersê da zanîn ku şandeyên Tirkîye, Swêd û Fînlandîya dê îro Duşemê li Brukselê bicivin û ser kombûna rêberan danûstandinan bikin.
Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin dîyar kir ku Erdogan dê sibê Sêşemê bi rêberên Swêd, Fînlandîya û NATO re civîneke çarqolî çêke.
Kalin da zanîn ku bi beşdarîya wê civînê ewê ji pozîsyona xwe venekişin.
"Em bi Swêd û Fînlandîya re ser hin mijaran hevbîr bûne û ger di civîna îro de jî em li hev bikin civîna Madrîdê wê bi awayekî çêtir destpê bike," Kalin got.
Tirkîye bo danûstandinan dibêje fikarên wê ser piştgirîya bo terorê hene û dixwaze ku NATO, Swêd û Fînlandîya bala xwe bidin ser wan fikaran.
Rêberên NATO dê di 29-30ê Hezîranê de li Madrîdê kom bibin. Bo Swêd û Fînladîya bibin endamên NATO divê 30 endamên tifaqê wan bi yekdengî bipejirînîn.
Tirkîyê pirtir ji 70 sal in endama NATO ye û tifaqê de mezinîya artêşa wê li rêza duduyan e.