Reuters: Tirkîye ji Amerîka re Pêşnîyaza Bicîhkirina Leşkerên Tirk li Minbicê Dike

Reuters'ê îro Înê ji zarê karbidestekî Tirk ragihand ku Enqerê ji Washingtonê xwestîye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vekişe rojhilata Çemê Ferat û leşkerên Tirk û Amerîkî tev li Minbicê bi cîh bibin.

Ajansê da zanîn ku Enqerê pêşnîyaza bo Minbicê, do Pêncşemê ji Wezîrê Derve yê Amerîka re gotîye.

Li gor Reuters'ê, Amerîka pêşnîyaza Tirkîyê hîn dinirxîne.

Tillerson û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Pêncşemê li Enqerê civîyabûn û ew û hevtayê wî Mevlut Çavuşoglu jî îro Înê, serê sibê kom bûn.

Ser civîna Tillerson û Erdogan ti daxuyanîya fermî nehat dayîn. Tillerson û Erdogan, 3 demjimêr û 15 deqîqe axifîn.