Li Gor Encamên Nefermî li Çar Bajarên Tirkîyê Berbijarên Jin bi Ser Ketin

Ajansa Anadolu ragihand ku di hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê de, li 4 ji 81 bajarên wî welatî berbijarên jin bi ser ketin.

Li gor encamên nefermî, berbijara Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ya Dîlokê Fatma Şahîn, berbijara Partîya Komarî ya Gel (CHP) ya Aydinê Özlem Çerçioglu li bajarên xwe bi ser ketin.

Ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) du berbijarên li bajaran qezenc kirin.

Parlamanterê HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan li Wanê, berbijara HDP’ê ya Sêrtê Helene Işik jî li Sêrtê bi ser ket.