Rewşa Navxweyî û Têkiliyên Derve yên Tirkiyê Û Bandora Ser Hilbijartinên Adarê

Dema ku hilbijartinên herêmî yên 31î Adrê li Tirkiyê nêzîk dibin, partiyên siyasî dest bi kampeynên hilbijartinan kirine û di nava hevrikiyek xurt de ne.

Gelek lîst û enyên siyasî bo hilbijartinan hatine avakirin. Bi nêzîkbûna dema hilbijartinan rewşa aborî jî li wî welatî, xerab dibe û bihayê tiştan li bazar bilind dibe. Gelên li Tirkiyê gazinan ji rewşa xerab ya aborî dikin.

Li aliyê din, têkliyên Tirkiyê bi welatên derve re, ewqas di baş nînin. Amerîka jiber gefên Tirkiyê yên berdewam li dij Hêzên Sûriya Demokrat HSDê û êrîşkirina ser Kurdan li Sûriyê, li rojhilatê Firatê ji Tirkiyê azice û hertim daxwaz dike ku karekî weha neke.

Fransa qetlîama li dij Armenan li destpêka sedsala burî de pêkhatî, weke Jênosîd naskir, ev jî derbeyek mezin bû, li dîplomasiya Tirkiyê hatîdan.

Rûsya, ji Tirkiyê dixwaze derbarê peymana Sêqolî ya Sochi pêngavan pavêje.

Dr. Veysel Ayhan Mamsotayê Zanîngehê - Tirkiye

Herwiha jibo kirîna muşekan, Tirkiye di navbera Rûsya û Amerîka de di tengasiyê de ye, Pentagon doh roja Pêncşemê ragihand ku divê Tirkiye muşkên S 400 ji Rûsya nekire jiber ku ew peyman li dij xwestek û mercên hevpeymaniya NATO ye ku Tirkiye jî, endamekî wê hevpeymaniyê ye.

Ev pirsgirêkên li Tirkyiê tên berdewam kirin dê çi rol li ser encamên hilbijartinan hebe?

Encamên Hilbijartinan dê li gur hezkirina partiya desthilat û serokê Wê Recep Tayîp Erdogan bin yan na?

Ev mijar bi mêhvanên bernama "Hello Washington" re hat gotûbêj kirin.

Îbrahîm Genc Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî - Tirkiye

Mêhvanên Bernamê birêz Îbrahîm Genc, Şêwrmend û Rojnameva ji Amedê, birêz Dr. Faysal Ayhan Lêkolînvan û Mamostayê Zanîngehê li Tirkiyê

Genc da zanîn ku, di hilbijartiana de HDPê Du stratejî dane ber xwe, ya Yekê bi 5 partiyên Kurdî re bo hilbijartinên herêmî tifaq çêkirîye, ya Duyan jî bo bajarên derveyî herêmên Kurdî tifaq bi CHP re çêkirîye kesên ku ne dijî pirsa Kurdîne li Tirkiyê dê ji aliyê HDPê ve bihên piştevanî krin.

Herwiha birêz Faysel Ayhan dibêje, pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin pirsgirêka aboriyê ye û dengên AKP daketine. Ayahan di wê bawerê de ye ku berî hilbijartinên 31î Adarê ewê Erdogan nikar be êrişî Minbicê yan herêmek din ya Rojhilata Firatê bike dema ku ji aliyê Amerîka û Rûsya de neyê piştevanî kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 08.02.2019